Polîsan bi ser Girtîgeha Karabukê de girtin: 10 saetan li qawişan lêgerîn kirin 2024-06-16 13:06:32   AMED - Hate diyarkirin ku polîsên Şaxa TEM’ê di 14’ê hezîranê de bi ser qawişên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê tên ragirtin de girtine û 10 saetan li qawişan lêgerîn kirine.    Hate zanîn ku polîsên Şaxa TEM’ê di 14’ê hezîranê de bi ser qawişên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê tên ragirtin de girtine û 10 saetan li qawişan lêgerîn kirine. Di dema lêgerîna ku bi biryara dozgeriyê hatiye kirin de destnivîs, xebatên çîrokan ên kurdî, kovar, pirtûkên girtiyan û navnîşan û telefonên aydê malbatên wan hatine desteserkirin.      Hate diyarkirin ku ji bilî vê yekê berdana gelek girtiyan jî hatiye astengkirin. Navên girtiyên ku tevî cezayê lê hatine birîn xelaskirine û nayên berdan wiha ne: “Mehmet Sarilatin, Aydin Kûdat, Abdûrrahman Guner, Alî Koç, Mûstafa Karakaya, Ejder Dogan, Abdûllah Ok û Adem Oktay.” Navên girtiyên ku 30 sal in tên ragirtin û berdana wan tê astengkirin jî wiha ne: “Hakki Aygun, M. Şirîn Taşdemîr, Kadrî Akkoç, Hasan Ogut, Alî Haydar Elyakût, Mûhîttîn Pîrînççîoglû û Halîl Temel.”   Girtî û malbatên wan ên bang li rayagiştî kirin xwestin ku ev pêkanînên keyfî demildest bên bidawîkirin. Malbatan ragihand ku heke bêhiqûqî berdewam bike dê li ber girtîgehê dest bi çalakiyan bikin.