ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-16 09:00:30   * Rojnamevan Cahît Merwan bilêv kir ku tecrîda Îmraliyê wekî krîzeke piralî bandorê li Tirkiyeyê dike û got: "Tecrîda Îmraliyê û şerê li dijş kurdan, kuçeyeke ku dawiya kendal e."    * Sema Yuce ku di nameya xwe de dibêje "Ez dixwazim bi awayekî bi biryar li ser şopa hevalên din ên bûne Newroz, Bêrîvan, Ronahî, Mîrza Mehmet û Eser bimeşim" bi mîrateya li dû xwe hiştiye, dibe ronahî ji bo têkoşîna azadiyê ya jinên kurd.    * Hulya Ayik, dêya girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê ji sedî 76 astengdar, diyar kir ku her diçe rewşa tenduristiya kurê wê xirab dibe û xwest ji bo dermankirinê sewqî Girtîgeha Antalyayê bê kirin an jî bê berdan.    * Yek ji parêzerên Tahîr Elçî Mehmet Emîn Aktar, anî ziman ku dadgeha biryara beraetê da ne di bin zextê de ye û rola xwe lîstiye. Serokê Weqfa Tahîr Elçî Mahsûm Bati jî anî ziman ku di cînayetên polîtîk de necezakirin bûye kevneşopiyek.    * Li Amed, Êlih û Stenbolê dê bi boneya Cejna Qurbanê serdana goristanan bê kirin. (08.30 - 11.00)    * Li Amed û Êlihê dê di çalakiyên rûniştinê yên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê cejn bê lidarxistin. (18.00 - 20.00)