Li Qoserê qeza: 5 kes birîndar bûn 2024-06-15 12:39:22   MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê otomobîlek û TIR'ek li hev qelibîn û yek jê pitika 2 mehî 5 kes birîndar bûn.    Li ser Rêya Hevrîşmê ya di navçeya Qosera Mêrdînê de derbas dibe otobomîlek û TIR'ek  li hev qelibîn. Li gorî zanyariyan; otobomîla ku ji aliyê Alî Ulkuseven ve dihat ajotin ji paş ve li TIR'ê qeliband û qeza qewimî. Di qezayê de 5 kes birîndar bûn.    Ji birîndaran yek pitika 2 mehî ye. Piştî ku tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê her pênc birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Hat zanîn ku rewşa pidika du mehî giran e û tedawiya birîndaran berdewam dike.