Li faîlên Avcil û li aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsîn 2024-06-15 12:05:36 AMED/ÊLIH/COLEMÊRG - Xizmên Windayan û ÎHD li Amedê li faîlên Vejdîn Avcil pirsîn û li Êlihê jî li aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên 30 sal in winda ne pirsîn.  Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 801’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû li hev civiyan. Xizmên windayan û parêzvanên mefên mirovan wêneyên windayan li erdê raxistin û hildan destê xwe.    Nûnerê Herêmê yê ÎHD’ê Tahîr Saçakli di çalakiyê de axivî û nerazîbûn nîşanî beraetkirina polîsên bersûc ên doza Tahîr Elçî da.      Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya windakirina Vejdîn Avcil ê di 12’ê hezîrana 1994’an de li navçeya Dêrîka Mêrdînê hat windakirin û piştî 18 salan cenazeyê wî ji gora komî ha derxistin, hat xwendin.   Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî serpêhatiya windakirina Vejdîn Avcil xwend. Elçî anî ziman ku tevî hemû lêgerînên malbatê jî Avcil nehat dîtin û piştî 18 salan li ser hewldana Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê hestiyên wî derketin holê û radestî malbatê hatin kirin. Elçî da zanîn her çiqas fermandar û rayedarên leşkerî yên wê demê berpirs hatin dîtin jî piştî doz û dadgehkirinê jî biryara beratê hat dayîn.     Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna Avcil û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    ÊLIH     Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 673’yemîn li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakiya “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hat hildan û pankartê wêneyên windayan li serê hat vekirin. Di çalakiya vê hefteyê li aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên di 6’ê hezîrana 1994’an de li navçeya Karazê ya Amedê hatin windakirin, hat pirsîn.    Rêvebera ÎHD’a Êlihê Melek Atalay serpêhatiya windakirina Çalik û Fîdan xwend û xwest demildest aqûbeta her windayan bê eşkerekirin û faîlên wan bên dîtin û darizandin. Atalay serpêhatiya windakirina Çalik û Fîdan wiha vegot: “Di operasyona ser gund de leşkeran bi çekên lûle dirêj gundiya gulebaran kirin. Di gulebaranê de 2 gundiyan jiyana xwe ji dest da. Di bûyerê de Salîh Çalik ji lingê xwe birîndar bû. Ji ber birîndar bû nikaribû ji gund derkeve û xwe avêt mala Suleyman Muntaş. Leşkeran malê tespît kir û bi ser malê de girt. Di serdegirtinê de xwediyê malê Suleyman Muntaş, Salîh Çalik ê birîndar û Sînan Fîdan ê Çalik derman dikir ji aliyê leşekran ve hatin binçavkirin. Xwediyê malê Suleyman Muntaş piştî 25 rojan hat berdan. Lê binçavkirina Salîh û Sînan dewam kir.    Ji wê rojê ve heta niha tu agahî ji Çalik û Fîdan nehatiye girtin. Malbatan serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê dan. Dayika Çalik gotibû ku ew şahidê revandina kurê xwe û Suleyman Muntaş û Sînan Fîdan e. Lê dozgeriyê daxwaznameya malbatê li wan zivirand. Dozgeriyê got ‘Van şexsan me negirtiye. Biçin ji PKK’ê bipirsin.’ Daxwaza malbatan qebûl nekir. Li gel hemû hewldan û serlêdanan jî aqûbeta Çalik û Fîdan nehat diyarkirin.”     Piştî daxuyaniyê di şexsê her du windayan de ji bo hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    COLEMÊRG     ÎHD’ê û Xizmên Windayan li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî çalakî di hefteya 127’an de li dar xistin û aqûbeta windayan kirin û xwestin faîl bên darizandin û girtin. Çalakî li Kuçeya Hunerê hat lidarxistin û wêneyên windayan û pankart hatin hildan. Di çalakiya îro de bertek nîşanî beraetkirina bersûcên doza Tahîr Elçî hat dayîn.    Rêveberê ÎHD’a Colemêrgê parêzer Eren Baskin axivî û doza Tahîr Elçî bi bîr xist û got Elçî yê ku jiyana wî tev li ser têkoşîna mafên mirovan derbas bû, bi zanebûn hat kuştin. Baskin diyar kir ku çi dibe bila bibe ew ê li dijî polîtîkaya bêcezahiştinê ya di dosyeya Tahîr Elçî de dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe zêdetir bikin.    Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.