Ajokar û muavînê bi dozger re nîqaş kirine bi îdiaya ‘lêdanê’ hatin girtin 2024-06-15 10:11:40 RIHA - Li navçeya Sêweregê ajokar û muavînê ku bi dozger Onûrcan Turker re ketine nîqaşê, bi îdiaya “lêdanê” hatin girtin.  Li navçeya Sêwerega Rihayê ajokarê bi navê Hamza Gul û muavînê ku navê wî nehatiye hînbûn bi dozger Onûrcan Turker re ketine nîqaşê hatin girtin. Li gorî agahiyên bi dest ketine bûyer danê nîvro li termînala Sêweregê hate jiyîn. Turker bi hinceta bagaja xwe, bi ajokar Hamza Gul û muavîn re kete nîqaşê. Piştre nîqaşê agahî dan polîsan. Polîsan ajokar û muavîn bi îdiaya li Turker dane, hatin binçavkirin. Ajokar û muavînê sewqî edliyeyê hatine kirin, ji hêla Dadgeriya Sûlh Cezayê bi îdiaya “lêdanê” hatin girtin. Ajokar û muavîn piştre şandin Girtîgeha Sêweregê.    BARO BERTEK NÎŞAN DA   Baroya Rihayê bi ser hesaba xwe ya medya dijîtal daxuyanî da û ev tişt gotin: “Di Termînala Sîweregê de di navbera Dozgerê Komarê û 2 rêwiyan de nîqaş derdikeve. Ji ber girîngiya dozger berçav tê girtin, derbarê 2 kesan de biryara girtinê hat dayîn. Lê belê endamê baroya me Parêzer Enes Kaya di 10’ê hezîrana 2024’an  de dema di Edliyeya Rihayê de peywira xwe pêk dianî rastî êrişa fizîkî hat û ev tundî bêceza hate hiştin.”