Girtiyê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin 2024-06-14 20:49:02   COLEMÊRG –  Nurettîn Çelîk ê piştî 30 sal û 2 mehan ji Girtîgeha Tîpa L a Patnosê hat berdan, li bajarê xwe Colemêrgê bi gul, fîşekên hewayî, meşale û tilîliyan hat pêşwazîkirin.   Girtiyê bi navê Nurettîn Çelîk ê li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê girtî bû, piştî 30 salan duh danê şevê hat berdan. Çelîk ku di sala 1994'an de di 23 saliya xwe de li navçeya Bazîd a Agiriyê ji ber sedemên siyasî hatibû binçavkirin û bi îdîaya "Xerakirina yekîtiya dewletê" li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) cezayê muebetê lê hatibû birîn. Çelîk 30 sal in li Erzirom, Mûş, Stenbol, Sêrt, Wan û herî dawî li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê girtî ma. Çelîk, di 24’ê nîsanê de cezayê xwe xelas kiribû, lê Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê (ÎGK) bi hinceta ku Çelîk "nebaş e" înfaza wî 3 meh taloq kiribû. Tevî ku Çelîk ji bo biryara ÎGK'ê serî li Dadgeriya Înfazê da jî heyeta dadgehê biryara ÎGK'ê guncaw dît. Li dijî biryara Dadweriya Înfazê Çelîk serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Agiriyê da. Dadgehê biryara ÎGK û Dadweriya Înfazê betal kir û biryara berdana Çelîk da. Piştî biryarê Çelîk duh êvarê ji girtîgeha ku lê dihat ragirtin derket.   BI COŞ HAT PÊŞWAZÎKIRIN   Çelîk li Qada Azadiyê ya li ser rêya Colemêrg-Wanê ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û malbatê ve bi coş û bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “berxwedan jiyan e” hat pêşwazîkirin. Di merasîma pêşwazîkirinê de Hevseroka DBP'ê ya berê û parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Vezîr Coşkun Parlak, parlementera Colemêrgê Oznur Bartin, rêveberên DEM Partî û DBP'ê yên Colemêrgê amade bûn. Partî û endamên malbatê yên ku hatin pêşwazîkirina Çelîk, bi gul, fîşekên hewayî, meşale, çepik û tilîliyan ew pêşwazî kirin.   ‘HATINA WE MORALEK MEZIN DA ME’   Parlamenter Salîha Aydenîz di dema pêşwazîkirinê de axivî û got ku hatina Çelîk di vê pêvajoya awarte de ji bo wan bûye morelek mezin. Aydenîz, anî ziman ku li girtîgehan zext, tecrîd û polîtîkayên qeyûman didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yekemîn qeyûm li Colemêrgê hat tayînkirin û li dijî vê yekê berxwedan bi rojan e didome. Hatina we wê moraleke mezin bide hemû gelê Colemêrg û Kurdistanê û wê têkoşîna wan hîn mezintir bike.   Piştî pêşwazîkirinê Çelîk bi konvoyeke mezin ber bi mala xwe ya ji dayik bû rê ket.   ‘HÊVÎ DIKIM TEKOŞÎNA ME BIBE WESILEYA AZADIYA GIRTIYAN’   Hevserokê Rêxistina bajêr ya DEM Partiyê Kadîr Şahîn li ber mala Çelîk axivî û diyar kir ku ew di pêvajoyeke awarte re derbas dibin û nûçeya tehliyeyê hêz û moral daye wan. Şahîn, destnîşan kir ku helwest û kenê Çelîk hêz daye wan û wiha berdewam kir: “Ev 30 sal in di girtîgehên Tirkiyeyê de ku hiqûqa dijmin lê tê meşandin, nîşan dide ku ev têkoşîn çiqas bi hêz û mezin e. Em li ser navê partiya xwe dibêjin ku çavên hemû gelê me bi taybet yên malbatên me ronî be û aqûbet li serê hemû girtiyên din ên siyasî. Em hêvî dikin ku têkoşîna me di zûtirîn demê de bibe sedema azadiya hemû girtiyan. Bijî berxwedana zîndanan.”   ‘MORALA HEVALAN BILIND E’   Çelîk jî, ji ber pêşwaziya bi coş spasiya hemû beşdaran kir û wiha got, “Hemû hevalên me yên girtî yên li girtîgehan silavên xwe ji we hemûyan re şandin. Rewşa hemû hevalên girtî baş e û morala wan bilind e. Ez gelek spasiya we hemûyan dikim.”