Li Wanê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ 2024-06-14 16:41:29   WAN - Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya li Wanê hate lidarxistin de bang hate kirin ku polîtîkaya tecrîdê were bidawîkirin.    Malbatên girtiyan, ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û 39 meh in agahî jê nayên wergirtin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li gelek bajaran çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê û malbatên girtiyan li ber avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyanî dan.   Di daxuyaniya ku pankartên “Deng bide zindanan” û “Tecrîdê bi dawî bike” hate hilgirtin de rêveberê DEM Partiyê yê Bajêr Yakûp Almaç axivî. Almaç, diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan belavî hemû girtîgehan bûye û bang kir ku divê demildest dawî li vê polîtîkayê bê anîn. Parlamenterê Wanê Mahmût Dîndar ê pişt re axivî, qala xespa vînê ya li Colemêrgê kir û da zanîn ku dewlet înkarkirina gelê kurd bi tayînkirina qeyûman didomîne.   Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Çalakî pişt re bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.