Parêzer û malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana cejnê kirin 2024-06-14 15:08:32   STENBOL - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbatan, bi wesîleya Cejna Qurbanê ji bo bi Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê dan.    Ev 3 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Îmraliyê tên ragirtin, nayê wergirtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, malbatan û wasiyan bi wesîleya Cejna Qurbanê ji bo dîroka 17-21’ê hezîranê ku dê hevdîtin bên kirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.    Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç bi daxwaza ku hevdîtina parêzeran bibe serlêdan kirin. Ji malbatan jî birayê Ocalan, Mehmet Ocalan, birayê Konar, Alî Konar, birayê Yildirim, Polat Yildirim û xweişka Aktaş, Melîhe Çetîn bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.