Ji bo betalkirina mufredata nû serlêdan hat kirin 2024-06-14 14:28:04 ENQERE - Platforma Mufredatê Paşve Vekişînin ji bo betalkirina mufredata “Modela Maarîf a Sedsala Tirkiyeyê” serî li Şûreya Dewletê da.    Mufredata “Modela Maarîf a Sedsala Tirkiyeyê” ya di 28’ê gulanê de ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya Netewî ve hatibû erêkirin. Platforma Mufredatê Paşve Vekişînin, ji bo betalkirina mufredata “Modela Maarîf a Sedsala Tirkiyeyê” serî li Şûreya Dewletê da. Beriya serlêdanê Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê û Zanistê (Egîtîm Sen) Kemal Irmak li ber avahiya Şûreya Dewletê daxuyanî da û destnîşan kir ku ev mufredat ji ber ku li dijî laîkbûnê ye beşek mezin a civakî li dijî wê ye. Irmak anî ziman ku ev mufredat yek tîpî ye.    Piştî daxuyaniyê endamên platformê û parêzer derbasî avahiya Şûreya Dewletê bûn û ji bo betalkirina mufredatê serlêdan kirin.