Parêzerê Ocalan bersiva Wezîrê Dadê da: Heke tecrîd nebe çima hûn rapora CPT’iyê eşkere nakin? 2024-06-14 10:16:45   STENBOL - Parêzerê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica daxuyaniya Wezîrê Dadê ya der barê tecrîdê de wek “Dixwazin ser sûcê îşkenceya li Îmraliyê bigirin” nirxand  û got: “Heke tecrîd nebe çima hikûmet rapora CPT’iyê eşkere nake?”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên li cem wî li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin. 39 meh in agahî ji Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş nayê girtin û bi tecrîdek dijwarkirî re rû bi rû mane. Li aliyekî ev tecrîda girankirî berdewam dike li aliyê din jî Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di civîna Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê de axivî û tecrîdê înkar kir. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan pirsa tecrîdê ji Tunç kir. Tunç jî tecrîd înkar kir û ev bersiv da: “Tecrîd tune ye. Biryarên dadgeriya înfazê tên sepandin.”    Ji parêzerên Ocalan û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica bersiva Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç da. Sarica îdiayên Tunç wek “Dixwazin ser sûcê îşkenceya li Îmraliyê bigirin” nirxand.    'DIXWAZIN BI VAN DAXUYANIYAN TECRÎDÊ REWA BIKIN’    Sarica bal kişand ser daxuyaniyên wezaretê û wiha got: “Daxuyaniyên wezaretê xapandin û rewakirina agahî negirtina Îmraliyê ye. Yanî dema meriv li daxuyaniyên Wezareta Dadê dinêre; dixwazin hem sepanên dijqanûnî yên li Îmraliyê pêk tên hem jî tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê rewa bikin. Hem jî bi daxuyaniyên xwe nîşan didin ku wezîfeya xwe xerab bikar tînin. Nêzîkatiyek xelet nîşan didin. Em dibînin ku Wezîrê Dadê bi van daxuyaniyan ji berpirsiyariyê direve. Dixwazin bi van daxuyaniyan serê xelkê tevlihev bikin û rewşa heyî ya li Îmraliyê şolî bikin. Divê mafê bingehîn û azadiya mirovên di girtîgehan de were temînkirin. Lê belê heke hûn rabin van mafan asteng û sînordar bikin û qedexe bikin, jixwe ev dibe tecrîd. Li Îmraliyê miwekîlên di şertên ku ji tecrîdê derbas bûye, gihîştiye asta tundiyê û kes nikare navekî lê bike de ten ragirtin. Yanî şert û mercên li Îmraliyê yên heyî îşkence û dijmirovî derbas kiriye. Tecrîd têgehek ji bo sepanên li Îmraliyê gelek dimîne jî.”    'NEXWÊ ÇIMA RAPORÊN CPT’IYÊ EŞKERE NAKIN?'   Sarica ji hikûmetê û Wezareta Dadê pirsa, “Heke li Îmraliyê tecrîd û îşkence nebe, nexwê hikûmet çima cesaret nake ku rapora CPT’iyê ya ku ji adara 2023’yan ve di destê wan de ye eşkere bike?” kir û wiha axivî: "Di heman demê de hikûmet çima biryarên Neteweyên Yekbûyî yên li ser şertên Îmraliyê ku dixwaze demildest bên rastkirin, çima ji nedîtî ve tê? Her wiha bi salane CPT bi salane pêşniyaran dike ku şertên Îmraliyê bên başkirin lê çima hikûmet hewl nade ku baş bike? Gelo Wezîrê Dadê çima raporên CPT’iyê ji nedîtî ve tê û daxuyaniyên ku civak-raya giştî dixapîne dide? Îdia dikin ku qedexeya malbat û parêzeran li gorî ‘hiquqê’ ye. Lê gelo çima her tiştî ji parêzeran vedişêrin û bi veşartî bi rê ve dibin?”   MA / Îbrahîm Irmak