Koroya Denîz Poyraz: Em ê bi stranên pirzimanî Denîzê bidin jiyandin 2024-06-14 09:46:03   ÎZMÎR - Endamên Koroya Denîz Poyraz diyar kirin ku ew ê Denîz Poyraz bi stranên pirzimanî bidin jiyandin û gotin: “Em ê navê Denîzê bi stranên xwe bidin bihîstin.”    Di 17’ê Hezîrana 2021’an de kujerê bi navê Onûr Gencer ket hundirê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê û êrişa çekdarî pêk anî. Kujer di êrişê de Denîz Poyraz a endama HDP’ê qetil kir. Bi ser kuştina Denîzê re 3 sal derbas bûn. Navê Denîzê bi stran, pirtûk, helbest û çalakiyan li ser zar û zimanan e. Gelek malbatan navê zarokên xwe nû çêbûn kirin Denîz.    Komek ji 10 kesan pêk tê ku di nav wan de siyasetmedar, dikandar, karkerên tekstîlê, parêzer û jinên kedkar ên li malê hene, di 15’ê kanûna 2023’yan de “Koroya Denîz Poyraz” ava kiribûn. Koroyê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê avakirina xwe ragihandibû. Endamên koroyê niha li ser deng û muzîkê perwerdehiyê dibînin. Endamên koroyê dibêjin ew dixwazin rewşa xwe ya amator derxin asta profesyonel. Endamên komê diyar dikin ku ew ê hewl bidin hem enstrûmanan baş hîn bibin û stranan xwe bi xwe binivisînin û xebatên xwe berfireh bikin. Endamên koroyê dixwazin di şexsê Denîz Poyraz de ji bo bîranîna hemû jinên hatine kuştin bi stranan bi bîr bînin.    Koro wê roja salvegera qetilkirina Denîzê 17’ê hezîranê li avahiya DEM Partiyê ya Îzmîrê derkeve ser dikê û ji bo bîranîna Denîzê bisitirin.    'EM Ê XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA WÊ DERKEVIN’       Rêvebera DEM Partiyê ya Îzmîrê Welat Çelebî ku di koroyê de cih digire da zanîn ku ji bo ew têkoşîna Denîz Poyraz bidomînin û xeyalên wê pêk bînin. Çelebî diyar kir ku wan xwestiye bi koroyê bidin nîşandan ku Denîz Poyraz nemir e û got: “Piştî me biryara avakirina koroyê da, me ji dayika Denîz, Fehîm Poyraz destûrê xwest. Gelek kêfa wê hat. Ji bo em navê Denîz nedin jibîrkirin, em pirr bi biryar in. Divê hemû jin xwedî li raperîn, têkoşîn û dengê Denîz xwedî derkevin. Jixwe Denîz hevalek ku pirr ji hunerê hez dikir bû û kemanjeniyê dikir. Em ê stranên ku Denîz jê hez dikir bistrên.”    'EM Ê DENÎZÊ BIDIN JIYANDIN'    Çelebî da zanîn ku dema ew lis er navê Denîzê stranan dibêjin pir hestên kûr li wan peyda dibin û got: “Dema em li ser dikê ne, bîranînên Denîzan, Sakîneyan, Bêrîtanan, Zîlanan tên bîra me. Çimkî wan têkoşînek bi nirx kirin. Ji bo ku em jî têkoşîna qîr bikin, bi vê koroyê berdewam bikin. Em ê bibin deng û awazên jinên têkoşer. Em ê wek koroyê bi stranên pirzimanî Denîzê bidin jiyandin bikin û nahêlin were jibîrkirin.”    'DENÎZÊ DENGÊ ME DERXIST HOLÊ’   Endama koroyê Sûzan Erdogan jî destnîşan kir ku Denîzê hem jin bû, hem jî kurd bû û hem jî seknek wê ya siyasî hebû û lewma Denîzê ji bo wan bûye destpêka têkoşînê. Erdogan diyar kir ku ew bi stran û awazên xwe dixwazin raperîna Denîzê bidin bihîstin û ew ê Denîzê di nav ruhê xwe de bijîn.    Erdogan anî ziman ku Denîz Poyraz ji bo jinan bû sembola navê têkoşînê û wiha got: “Ev dengê me yê di nava me de veşartî, Denîz kir ku derkeve holê. Denîz bû remza navê têkoşînê. Em ê jinên kurd bi stranan bidin jiyandin."