Endamê Meclisa ÎBB’ê: Divê hiqûqa li Edîrneyê çi be ya li Colemêrgê jî ew be 2024-06-14 09:44:19 STENBOL - Endamê Meclia Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Abdulcebbar Bariş diyar kir ku li dijî kurdan cotstandartî tê kirin û wiha got: “Li Edîrneyê li şûna şaredar encumenên meclisê tên dayînkirin lê li Colemêrgê walî tê tayînkirin. Hûn nikarin hiqûqên cuda bixin meriyetê.”   Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê didomin. Endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) yê CHP’î Abdulcebbar Bariş diyar kir ku tayînkirina qeyûman biryarên polîtîkin û li dijî kurdan cotstandartî heye.    Bariş, got ku DEM Partî li dijî îktîdara AKP’ê û polîtîkayên wê seknekî berxwedêr rabe dike û wiha got: “Li cihê partî dengekî zêde distîne AKP otorîteya xwe winda dike. Bi rêya operasyonên leşkerî, girtin û aboriyê gelê herêmê ceza dike. Hikûmetê li wê herêmê otorîteya xwe winda kiriye. Û hewl dide bi rêya hêzên ewlekariyê, lîstikên siyasî û paketên aboriyê xelkê herêmê girêdayî xwe bike. Polîtîkayên wê yên li dijî DEM Partiyê bi siyaseta qeyûm didome. Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş bi awayekî derhiqûqî hate girtin. Dozger û dadgerên derheqê şaredar de fezleke amade kirin niha ji FETO’yê lêgerîna wan heye. Gelo kesên ev fezleke amade kirin di ferqê de ne bê ka welat xistine nava kaosekî çawa? Mehmet Siddik Akiş ev 30 sal in ji bo xelkê Colemêrgê dixebite. Ev biryar, birayeke siyasî ye.”    'QANÛNÊN LI EDÎRNEYÊ CUDA YÊN LI COLEMÊRGÊ CUDA NE’    Bariş, diyar kir ku xespkirina îradeya ya Colemêrgê dê rê li ber aloziyê veke û wiha pê de çû: “Em di serdemekî demokratîk de ne û sindoqa navnîşana me ya herî mezin e. Ji bo îktîdarê sindoq îrade ye lê ne ji bo kurdan. Hûn nikarin li Edîrneyê cuda li Colemêrgê qanûnên cuda bixin meriyetê. Dewleta Komara Tirkiyeyê dewleteke destûra bingehîn e û mafê bijartin û hilbijartinê mafê herî bingehîn e. Dema we ev maf binpê kirin ma dê gel çawa hîs bikin? Polîtîkayên qeyûm, polîtîkayeke bêwijdanî û bêwate ne.”    'LI DIJÎ KURDAN COTSTANDARTÎ HEYE’   Bi domdarî Bariş destnîşan kir ku mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê kurd ji dest hatiye girtin û axaftina xwe wiha qedand: “Li dijî kurdan cotstandartiyek heye. Êdî hilbijartin ji bo kurdan bûye pêvajoyeke xapandinê. Kurd hildibijêrin lê nikarin ji mafên xwe sûd bigirin. Heman rewş li rojava qewimî lê qeyûm nehat tayînkirin. Encumenên şaredariyê şaredar hilbijartin. Li Edîrneyê encumenên şaredariyê şaredarê nû hildibijêrin lê li Colemêrgê walî tê tayînkirin. Ev cotstandartiye nîşan dide ku mafên demokratîk ên kurdan hatine binpêkirin. CHP li dijî tayînkirina qeyûman e. Divê hemû derdorên demokratîk bertek nîşanî vê neheqiyê bidin. Helwesta CHP’ê nîşan dide ku li dijî demokrasiya Tirkiyeyê darbe heye. Di serî de partiyên muxalîf, divê her kes li dijî qeyûman li cem gelê kurd cih bigire. Ji bo bidawîbûna qeyûman divê raya giştî ya demokratîk bihestiyar tevbigere. Divê muxalefet dengekî xurt derxîne.”    MA / Ferdî Bayram