Plana îmarê ya duyem a qeyûm jî li dijî rêziknameyê bûye 2024-06-14 09:04:18 AMED - Plana "veguherandina bajêr" a duyem a ku qeyûmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo Taxa Peyasê amade kiribû ji aliyê dadgehê ve wekî li dijî rêziknameyê hat hesibandin.  Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 12'ê mijdara 2020'î de ji bo Taxa Peyasê plansaziyeke îmarê ya nû amade kiribû. Şaxa Odeya Plansazên Bajêr (ŞPO) a Amedê, bi hinceta plana qeyûm "li dijî hiqûqê û rêziknameya çêkirina planên cihwarî ye" serî li dadgehê dabû ku plana navborî bê betalkirin.    Dadgeha Îdareyê ya 1'an a Amedê jî piştî serlêdanê biryara "rawestandina plansaziyê" dabû. Rêveberiya qeyûm, li ser vê di Kanûna 2021'ê de planeke din amade kiribû. Rêveberiya qeyûm, di plana xwe de diyar kiribû ku wê di 2 salan de nêzî 40 hezar kes bên taxê û ji bo pêşketina sektora înşeatê doza "veguharndina bajêr" kiribû.    ŞPO'yê ji bo plana duyem jî îtiraz kiribû. Di îtirazê de hatibû diyarkirin ku li gor zêdebûna bajêr qqadên civakî û teknîkî nehatine diyarkirin û qada tenduristiyê û qada bazarê hatine kêmkirin.    Dadgeha Îdare ya 2'yan a Amedê, serlêdana ŞPO'yê di 13'ê gulana 2024'an de qebûl kir. Di biryarê de rapora pêzaniyê jî hatiye bicihkirin. Di rapora pêzaniyê de hatiye diyarkirin ku "avaniya jeomorforlojîk û topografîk", "daneyên avhewayê", "daneyên jeolojiyê û rewşa ji bo niştecihbûnê" û "avaniya hîdrolojîk" esas nehatine girtin. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku plana navborî li dijî rêziknameya çêkirina planên cihwarî ye.    Her wiha di raporê de hatiye destnîşankirin ku plan li dijî sûda cemaweriyê ye.   Dadgehê jî rapora pêzaniyê esas girt û biryar da ku plana qeyûm "li dijî sûda cemaweriyê û hiqûqê ye." Dadgehê biryara betalkirina planê da.    MA / Mujdat Can