Şewata li parzîngeha li Hewlêrê derketî nikare were vemirandin 2024-06-13 12:19:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Şewata ku duh li parzîngeheke neftê ya li ser rêya bêjahiyê ya Hewlêr û Gîwerê derketî nikare were vemirandin.    Hate zanîn ku şewata ku duh li parzîngeheke neftê ya li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Federe derketî nikare were vemirandin. Rêveberiya Parastina Şaristaniyê ya Hewlêrê ragihand ku ji şeva borî ve agirê li parzîngeha neftê ya li ser rêya Hewlêr-Gîwerê derketî, tevî 35 tîmên parastina şaristaniyê li cihê bûyerê ne jî, lê hîna agir nehatiye kontrolkirin.   Hate diyarkirin ku agir di sê embarên di nav parzîngehê de derketiye û ji bo agir derbazî embarên din nebe, tîmên wan kar dikin. Her wiha hate destnîşankirin ku ji ber agirê neftêye mezin û berfireh e, ji ber wê tenê dikarin li bendê bin ku heta neft bi tevahî bişewite û agir bixwe vemire.   Li gorî rêveberiyê ragihandî heta niha 10 endamên tîmên parastina şaristaniyê birîndarbûne, lê birînên wan sivik in û tenduristiya wan baş e. Herî dawî hate diyarkirin ku tê payîn îro heta êvarî agir berdewam bike.