Li 16 bajaran 58 kes hatin binçavkirin 2024-06-13 10:19:06   STENBOL - Wezareta Karên Hundir ragihand ku li 16 bajaran bi giştî 58 kes hatine binçavkirin.    Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku Stenbol jî di nav de li 16 bajaran bi ser malan de hatiye girtin û 58 kes hatine binçavkirin. Di daxuyaniyê de Yerlîkaya kesên hatine binçavkirin bi îdiayên “propagandaya rêxistinê”, “Muxalefeta li dijî qanûna hejmar 2911” û “Fînansoriya rêxistinê” tawanbar kir.