Piştî meaşê wan hat birîn dest bi provokatoriyê kirin 2024-06-13 10:18:33   AMED - Derket holê ku namzeta AKP’ê Ayşegul Bîçer a ku li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê provokatoriyê dikir, tevî ku ew û hevjînê xwe ne xebatkarên Şaredariya Rezanê bûne jî lê her meh meaş wergirtine.    Komek provokator ku di dema qeyûman de meaş ji şaredariyan wergirtine, du roj berê bi îdiaya ji kar hatine derxistin li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hewl dan êrişî şaredariyê bikin. Ev koma provokator medya alîgirê desthilatdariyê jî li cem xwe birin ber şaredariyê û îşaretên MHP’ê nîşan dan û heqaret û çêran li hevşaredarên Amedê kirin. Polîs li ber koma provokator sekinîne û bi tu awayî dengê xwe ji wan re nekirin. Her roj der barê her provokatorekî de hûrguliyên nû derdikevin holê.    ŞAREDARIYÊ KIRIYE ŞIRKETA MALBATÊ    Ya ku serkêşiya vê koma provokator dike namzeta parlamenteriyê ya AKP’a Amedê Ayşegul Bîçer e. Kesa ku herî zêde çêr û heqaretan li hevşaredaran û şaredariyê dike, jî Bîçer e. Raya giştî jî vê kesê ji nêz ve nas dike. Provokatora sereke Ayşegul Bîçer li ser fermana emniyetê demek tev li wan malbatên li ber avahiya HDP’a Amedê “nobedê” digirin bûye. Bîçer piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin hat kirin, karê wê yê ewilî ew bû ku lawê xwe Mustafa Bîçer di kar de bicih bike.    Her wiha derket holê ku Ayşegul Bîçer demek dirêj ji Şaredariya Rezanê “meaş” wergirtiye. Şaredariya Rezanê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de HDP’ê bi rêjeyek bilind bi dest xist. Desteya Bilind a Hilbijartinê, bi hinceta ku namzetê HDP’ê bi KHK’ê ji karmendiyê hatiye avêtin, namzetê AKP’ê Huseyîn Beyoglû tayînî şaredariyê kir. Beyoglû di 5 salên xwe yên li şaredariyê de gelek gendeliyan kir û bertîl xwar. Beyoglû li şaredariyê karên ne li rê kir.    Hat zanîn ku Şaredariya Rezanê ya di bin rêveberiya AKP’ê de her meh bi awayek rêkûpêk meaş daye Ayşegul Bîçer. Derket holê ku Bîçer di navbera salên 2021-2023’yan de bi giştî 70 hezar lîre pere ji şaredariyê wergirtiye.    Tenê ne Ayşegul Bîçer pwere ji şaredariyê wergirtiye. Her wiha hevjînê wê Raûf Bîçer jî pere ji şaredariyê wergirtiye. Tevî ku Ayşegul Bîçer û hevjînê xwe ne xebatkarên şaredariyê bûne jî pere wergirtine.    Bîçer di hilbijartina giştî ya 14’ê Gulana 2023’yan de ji aliyê AKP’ê ve li Amedê wek namzeta rêza 4’emîn hat nîşandan.    DU BIRAYAN DIGIRIN KAR    Kesekî din ê provokator ku di nav wê komê de cih digire jî Mustafa Piyale ye. Her cara ku Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Suleyman Soylû dihat Amedê, vî Mustafa Piyale li cem xwe digerand.    Piyael cîgirê serokê Baskên Ciwanan ê AKP’a Amedê ye. Di serdema qeyûm de li şaredariyê girtin kar. Rêveberiya şaredariyê ya DEM Partiyê di çarçoveya “Giştînameya Tevdîrên Tesarûfê ya Serokkomariyê” de Piyale ji kar derxist. Hat zanîn ku hê jî birayê Mustafa Piyale li şaredariyê dixebite.    Her wiha kesek din ku di nava koma provokator de cih digire jî Gulbahar Aşirî ye.    Aşirî jî di heyama qeyûm de digirin. Hat zanîn ku bêyî Aşirî tu karekî li şaredariyê bike her meh li ser bankamatîkê meaş wergirtiye. Ev kes yek ji wan kesan e ku wê birine li ber avahiya HDP’a Amedê jî dane rûniştandin.    Yek ji wan kesên li ber şaredariyê provokatoriyê dikir jî Melîha Zengîn e. Hat diyarkirin ku ev Melîha Zengîn berê di nav xebata Baskên Jinan a AKP’ê de cih girtiye û xebitî ye. Piştî qeyûm tê tayînkirin wê li şaredariyê digirin kar.