‘Heta ku qeyûm diçe em ê li ber xwe bidin’ 2024-06-13 09:56:44   ÊLIH - Welatiyê bi navê Hasan Çelîk ê ji sedî 52 astengdar, li dijî xespkirina îradeyê ya li Colemêrgê li Êlihê tev li çalakiya nobetê bûye. Çelîk, wiha got: “Heta ku qeyûm diçin em ê li vê derê bin.”    Di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê qeyûm hate tayînkirin û bertekên li dijî tayînkirina qeyûm li gelek bajaran didomin. Her wiha li gelek bajaran nobet hatin destpêkirin. Çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 9’emîn de didome. Eleqeyeke zêde ya welatiyan ji bo nobetê heye. Yek ji welatiyên tev li nobetê bûye jî Hasan Çelîk ê 27 salî ye. Çelîk, ji sedî 52 astengdar e û bi darê binçengan xwe li ser pêyan digire. Çelîk dibêje ku astengiya herî mezin tirse û divê mirov teslîmî tirsê nebe.    Çelîk, diyar kir ku ji roja ji dayik bûye heta niha tu astengî nas nekiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîroka gelê kurd dîroka berxwedanê ye. Bila gelê kurd xwedî li îradeya xwe derkeve. Divê em li dijî kesên dixwazin îradeya me ji destê me bigirin xwe birêxistin bikin û xwedî li şaredariyên xwe derkevin. Heke zilma wan hebe, berxwedana me jî heye. Bila kesek netirse.”    ‘BÊDENGIYA LI DIJÎ ZILMÊ ZILM E’   Bi domdarî Çelîk anî ziman ku qeyûman şaredarî di nava çirava deynan de hiştine û axaftina xwe wiha qedand: “Hêj hesaba van kiriyarên xwe nedayîn dixwazin şaredariyan careke din xesp bikin. Hezar silav ji kesên îro ji bo Colemêrgê li ber xwe didin. Di demeke ewqas zext û zilm tê kirin de rûniştina li malê bêwijdanî ye. Em li vir li ber xwe didin. Em ji tu tiştekî natirsin. Dixwazin bi girtin, binçavkirin û kuştinan gelê kurd teslîm bigirin. Lê dê nekarin bi ser kevin. Em ji tu kesekî natirsin û natirsin jî. Heta ku qeyûm tê şandin em ê li vir bin û dê bi ser kevin.”