Hunermendan bertek nîşanî qeyûm dan: Qeyûm dagirkerî, darbe û îpotekirina vînê ye 2024-06-13 09:44:47   STENBOL - Hunermend Berna Laçîn tayinkirina qeyûm wekî "dagirkeriyê", Nûr Surer wekî "îpotekkirina vîna gelê kurd" û derhêner Emîn Alper jî wekî "darbeya siyasî" pênase kir.    Desthilat, du serdem in qeyûman tayinî şaredariyan dike û cara sêyan tayinî Şaredariya Colemêrgê kir. Bi vê re dixwaze tayinî hemû şaredariyan bike. Lê ev tevgera desthilatê, di civakê de bû cihê bertekên mezin. Senarîst-Derhêner Emîn Alper ku ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî, tayinkirina qeyûm wekî "darbeyeke siyasî" pênase kir.  Alper got: "Ne hewce ye mirov berê gotinê bibe cihekî din. Ev darbeyeke herêmî û siyasî ye. Dozeke deh salan, piştî hilbijartinê bi 2 mehan careke din kirin rojev û bêyî bihêlin meclisa şaredariyê şaredarekî nû hilbijêre qeyûm tayin kirin. Ya hatiye kirin veder ckirina gelê Colemêrgê ye. Desthilat bi vê yekê dibêje 'tu qîmeta raya we tune ye.' Jixwe her kes dizane ku biryarnameya ku erka tayinkirina qeyûm daye Wezareta Karên Navxweyî jî li dijî Destûra Bingehîn e."    BERNA LAÇÎN: QEYÛM POLÎTÛKAYEKE DAGIRKERIYÊ YE   Hunermend Berna Laçînê jî destnîşan kir ku tu palgeheke hiqûqî ya tayinkirina qeyûman tune ye û got: "Ez bi her awayî li dijî tayinkirina qeyûm im û tu hêleke wê ya hiqûqî tune ye. Desthilatê qeyûm ji xwe re kiriye tibîhet û polîtîkayeke dagirkirinê. Desthilat dixwaze hin deverên ku ew dikare mudaxile bike, bi polîtîkaya dagirkeriyê bi rê ve bibe. Bi taybetî jî qeyûm tayinî cihên ku nikare bi hilbijartinê bi dest bixe. Ev ji bo welatê me tiştekî pir talûke ye. Ji bo min ya herî girîng, kesê ku gel ew hilbijartiye. Ger der barê kesên hatien hilbijartin îdia hebin, dikaribû bigota namzetê we hilbijartiye ne guncan e. Ger YSK'ê jî bi sedema ku 'Çawa be wê qeyûm bê tayinkirin' serlêdan qebûl kiribe, di vir de dîsa neyteke xirab heye. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin."    Laçînê anî ziman ku ji bo wê ya girîng vîna gel e û divê mirov bi awayekî topyekûn li hemberî tayinkirina qeyûman rabin.    NUR SURER: DI FAŞÎZMA 12'Ê ÎLONÊ DE JÎ TUNE YE   Hunermend Nûr Surerê anî ziman ku ew li dijî tayinkirina qeyûman e û got ku polîtîkayên qeyûman bi desthilata AKP'ê ketine rojeva Tirkiyeyê. Surerê bilêv kir ku di tu dema dîroak Tirkiyeyê de pêkanînên ev qasî bêhiqûqî û antîdemokratîk çênebûne û got: "Di faşîzma 12'ê Îlonê de jî pêkanîneke wiha tune ye. Di dîroka Tirkiyeyê de piştî girtina şaredar, tayinkirina qeyûm tune ye. Cara sêyan qeyûm tayinî Colemêrgê kirin. Polîtîkaya qeyûmtiyê bi AKP'ê re ketiye rojeva Tirkiyeyê."    Surerê destnîşan kir ku bi polîtîkaya qeyûmtiyê re vîna gelê kurd hatiye xespkirin.    Surerê destnîşan kir ku divê polîtîkaya qeyûm tenê wekî qeyûmê tayinî şaredariyê hatiye kirin neyê dîtin û got: "Îpotekkirina vîna gelê kurd e." Surerê got ku divê her kes li dijî vê pêkannê rabe ser pêyan.     MA / Esra Solîn Dal