Ber bi Colemêrgê ve ketin rê 2024-06-13 09:43:27 AMED - Welatiyên Amed û Êlihê yên dixwazin tev li mitînga Colemêrgê ya li dijî tayînkirina qeyûm tê lidarxistin bibin, bi rê ketin.    Welatiyên Amed û Êlihê yên ku dixwazin tev li mitînga Colemêrgê ya li dijî tayînkirina qeyûm bi pêşengtiya DEM Partiyê tê lidarxistin bibin, bi otobûsan ketin rê.    Welatiyên li navend û 13 navçeyan li pêşiya şaredariyan hatin gel hev, bi dirûşma “Colemêrg a me ye şaredarî ya me ye” û tililiyan hatin oxirkirin.    Girseya li pêşiya Şaredariya Êlihê nobet digirt jî bi dirûşma “Colemêrg a me ye” ber bi Colemêrgê ve ketin rê.