ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-13 09:00:01   * Di doza Denîz Poyraz de tetîkkêş hatin cezakirin, lê hêzên li pişt nehatin aşkerekirin. Parêzer Turkan Aslan Agaç diyar kir ku dixwazin dosyaya li Dadgeha Bilind e were xerakirin û “faîlên siyasî” yên li pişt bûyerê bên aşkerekirin.   * Welatiyên beşdarî kongreya MEBYA-DER’ê bûn diyar kirin ku çareseriya pirsgirêka kurd bi azadkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mimkûn e.    * Helbestên girtî Mazlûm Bataray ên ji aliyê îdareya girtîgehê ve wekî "talûke" hatibûn hesibandin, bi navê "Zamana Sigdirilanlar" wekî pirtûk hatin çapkirin.    * Parêzer Guçlu Sevîmlî diyar kir ku tayinkirina qeyûman li dijî destûra bingehîn û peymanên navneteweyî ye û got: "Siyaseta qeyûm, rêbiriyeke polîtîk e."    * Hunermend Berna Laçîn tayinkirina qeyûm wekî "dagirkeriyê", Nûr Suerê jî wekî "îpotekkirina vîna gelê kurd" û derhêner Emîn Alper jî wekî "darbeya siyasî" pênase kir.     * Jina bi navê Meryema Hasanoglû bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Hevjînê wê Tekîn Çelîk ku çawişê pispor ê berê ye îdia kir ku Hasanoglû întîhar kiriye. Lê belê îfadeyên wî û rojnivîska Hasanoglû winda ne û ev jî gumana cînayetê xurtir dike.    * Danişîna 4'emîn a doza Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.10)   * Danişîna 23'yemîn a doza siyasetmedar û rojnamevan Haydar Ergul û Ahmet Bîrsîn û xebatkara kovara Jineolojiyê dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)   * Danişîna doza der barê rojnamevanên ku binçavkirina xebatkarên Çapemeniya Azad li Kadikoya Stenbolê şermezar kirin hat vekirin dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (12.00)   * Şaxa OHD'ê ya Enqereyê ji bo Wezareta Dadê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bikeve tevgerê dê serî li Baroya Enqereyê bide. (12.00)   * Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl dê li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê li Qada Otogarê bi dirûşma "Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nadin destserkirinê" li dar bixin. (15:00) ZINDΠ   * Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê dê têkildarî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê çalakî û daxuyanî bên lidarxistin. (17.00-23.00)