Malbatên girtiyan bi Wezîrê Dadê Tûnç re hevdîtin kirin 2024-06-12 16:16:04 ENQERE - Malbatên girtiyan ên ji Êlih û Amedê hatin Enqereyê, bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç re hevdîtin kirin.   Çalakiyên ku malbatên girtiyan bi daxwaza rakirina tecrîdê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî û çareseriya pirsgirêka kurd dane destpêkirin didomin. Gelek malbatên girtiyan ên di vê çarçoveyê de ji Amed û Êlihê hatin Enqereyê bi daxwaza “Edaletê bi cih bîne, hiqûqê pêk bîne” bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç re hevdîtin kirin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş, Alî Bozan û Newroz Ûysal Aslan jî bi malbatan re bûn.   PIŞTÎ CEJNÊ DÊ HEVDÎTIN PÊK WERE    Malbatên girtiyan di hevdîtinê de têkildarî astengiyên li pêş berdana girtiyên nexweş û taloqkirina berdanan agahî dan Wezîr Tûnç. Tûnç, anî ziman ku dê piştî cejnê dîsa bi malbatan re hevdîtinê bike. Meral Daniş Beştaş a piştî daxuyaniyê daxuyaniyeke kurt kir wiha got: “Dê gaveke din civîna Komîsyona Lêkolînan a Mafên Mirovan dest pê bike. Wezîrê Dadê jî li vir e. Em dixwazin bi wî re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş biaxivin. Malbatên me ji bajarên cuda hatin. Her hefte roja çarşemê malbatên girtiyan û malbatên girtiyên nexweş li Enqereyê hevdîtinê dikin. Ji bo ku bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin û daxwaz û pêşniyarên xwe jê re ragihînin tên. Ev pêvajo çend hefte ne didomin. Heta niha bi wezîr re hevdîtin nehatibû kirin. Lê îro beriya civîna komîsyonê li gel dayikan bi Wezîrê Dadê re ev hevdîtin pêk hat.”   DAYIKAN DAXWAZÊN XWE RAGIHANDIN    Beştaş, diyar kir ku dayikan daxwazên xwe ragihandine û wiha domand: “Wî bi xwe jî (wezîr) anî ziman ku dê rewşê bişopîne. Lê ev ne meseleyeke ku tenê bi gotinekê an bi hevdîtinekê dê biqede ye. Niha li Tirkiyeyê mijara herî girîng pêkanînên binpêkirinên mafan û îşkenceyên li girtîgehan diqewiminin. Daxwaza me ya ewil ew e ku girtiyên nexweş terkî mirinê neyên kirin û bilez e. Di daxwaza me ya ku divê zû bê çareserkirin de, divê were qebûlkirin ku cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh e, astengiya dozgerî û ATK’ê ya ku biçin cem malbatên xwe bên rakirine. Bidawîkirina taloqkirina berdanan e. Ji ber ku lijneyên çavdêriyê yên girtîgehan weke darazê biryar didin û carna berdanê 3 salan dirêj dikin. Em bi malbatan re dixwazin ev bi dawî bibin. Me bi dayikên xwe re bi Wezîrê Dadê re hevdîtin kir û daxwazên xwe jê re ragihandin. Wezîr soz da malbatan û dayikan ku piştî cejnê dîsa bi wan re hevdîtinê bike. Em ê vê pêvajoyê bişopînin û li pey wê bin.”   CIVÎNA KOMÎSYONÊ    Piştî hevdîtinê Tûnç tev li civîna komîsyonê bû. Tûnç ji daxwaza malbatên girtiyan a civînê re wiha bersiv da “Ji xwe me li vir hev dît, em ê pişt re dîsa hevdîtinê bikin. Ji xwe eywana civînê jî biçûk e, cih jî tune ye.”   Malbatên girtiyan negirtin civînê. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Rojnamevanên Hemdem (ÇHD) û Komeleyên Piştevaniyê û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED) û nûnerên Navenda Mafên Mirovan a Baroya Enqereyê jî tev li civînê bûn.    Di civîna berdewam dike de DEM Partiyiyan wêneyên girtiyên nexweş jî birin eywana civînê. DEM Partiyiyan wêneyê girtiya nexweş Makbûle Ozer a 83 salî û gelek girtiyên nexweş vekirin.