Alimên olî: Ji bo ku dengê me bilindtir bibe em ê li Colemêrgê bin 2024-06-12 16:02:20   WAN - Komeleya Lêkolînên Zanîstên Olî ya daxuyanî da diyar kir ku li dijî tayînkirina qeyûm dê sibê li mitînga Colemêrgê bin û got: “Li dijî xespa vînê em ê bi hev re dengê xwe bilindtir derxînin.”   Komeleya Lêkolînên Zanîstên Olî li Wanê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê banga tevlibûna mitîngê ya sibê bi dirûşmeya “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin xespê” li Colemêrgê bê lidarxistin kir.    Endamê komeleyê Emîn Ay ê di daxuyaniya li avahiya komeleyê de axivî, diyar kir ku li dijî xespkirina vîna gel dê li bajêr bin û got: “Ji bo ku em li kêleka gelê Colemêrgê bibin em ê weke alimên olî sibê tev li mitîngê bibin. Li gorî îslamê ev tişta ku tê kirin zilm e. Ev ne rewşeke ku were qebûlkirin e. Hemû mirov di mafên xwe yên bijartin û hilbijartinê de azad in. Li Colemêrgê tevî hemû zor û zehmetiyan hilbijartinek hate kirin û hilbijartin Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dest xist. Lê bi awayekî hiqûqî qeyûm hate tayînkirin. Edalet ji bo herkesê ye. Em ê li dijî xespa vînê dengê xwe bi hev re bi awayekî bilindtir derxînin.”