Ji bo ji qeyûm re bêjin ‘raweste’ bi rê ketin 2024-06-12 11:41:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên ku ji bo tev li mitînga li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bê lidarxistin bibin ji Stenbol û Enqereyê bi rê ketin wiha gotin: “Ji bo ku em qeyûm biqewirînin diçin.”   Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywîrê hate wergirtin û qeyûm tayînî şûna wî hate kirin. Li dijî vê yekê dê sibê li bajêr mitîngek were lidarxistin. Amadekariyên mitînga li qada otogarê ya di ketina bajêr de ye didomin. Ji bo kut ev li mitîngê bibin ji gelek bajaran welatî bi rê ketin. Gelek welatî ji Stenbol, Enqere û Îzmîrê bi otobusan ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin.   STENBOL    Welatî ji navçeyên Beyoglû, Kadikoy û Yenîbosnayê yên Stenbolê ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin. Girseya ku di saetên serê sibê de li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeya Beyoglûyê hatin bahev bi berzkirina dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Bijî berxwedana Colemêrgê” , “Colemêrg a me ye” û îşareta serkeftinê bi rê ketin. Welatiyên li Kadikoy û Yenîbosnayê hatin bahev jî bi berzkirina dirûşma “Qeyûm dê biçin em ê bimînin” li otobusan siwar bûn.    ENQERE    Li Enqereyê jî rêveberên navend û navçeyan ên DEM Partiyê û gelek welatî bi rê ketin. Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat ê li ser navê rêveberên partiyê û welatiyên li ber Parka Kûrtûlûşê hatin bahev axivî, diyar kir ku mitînga li dijî xespa vînê li Colemêrgê tê lidarxistin girîng e û anî ziman ku ji wezîfe girtina şaredaran a bi hincetên bêbingeh û girtina wan qebûl nakin.    Kanat, bang kir ku Viyan Tekçe ya ji aliyê Meclisa Şaredariya Colemêrgê ve hate hilbijartin, weke şaredara fermî wezîfeya xwe bidomîne.    Endamê DEM Partiyê Zekî Korkmaz jî anî ziman ku weke kurdên sirgunî Anatoliya Navîn hatine girtin ji bo bibin hevkarê serhildana gelê Colemêrgê diçin û wiha got: “Ji ber ku li wir zilmeke nayê qebûlkirin heye. Ev darbeyeke heta ji darbeyekê wêdetir zulmeke. Em jî ji ber vê yekê bi reng, hebûn, çand û duayên xwe diçin ku li dijî zilmê bisekinin.”   Rêveberê Mamakê yê DEM Partiyê Gullu Polat jî li dijî tayînkirina qeyûm herkes vexwend Colemêrgê û bang kir ku herkes li dijî qeyûm deng derxîne.    ÎZMÎR    Welatiyên ji bo ber bi Colemêrgê ve biçin di saetên serê sibê de li ber avahiya DEM Partiyê ya Îzmîrê hatin bahev. Keça Apê Mûsa (Mûsa Anter) Rehşan Anter a di nav kesên ku diçin Colemêrgê de ye ji girseyê re ev tişt gotin: “Em jî ji bo canên xwe yên li Colemêrgê diçin. Ji bo ku em bi wan re bibin yek diçin. Me çawa Wan wergirtî be, em diçin ku Colemêrgê jî bigirin. Heke em bibin yek em dikarin her tiştî bigirin. Xwezî me ev tişt nejiyabûna. Em di şertên cuda de çûbûna Colemêrgê. Ez şermezar dikim û bila li kesên ku van bi me didin jiyîn lanet be.”   Rêvebera DEM Partiyê ya Konakê Rûhtan Ûlûg jî da zanîn ku li Îzmîrê li dijî qeyûm çalakiyên xwe didomînin û bi lêv kir ku ji bo gelê Colemêrgê bi tenê nehêlin îro dê biçin Colemêrgê. Ûlûg, bal kişand ku heke li dijî qeyûm têkoşîn neyê dayîn, dê berdewama vê jî were û bang li rayagiştî kir ku di têkoşîna li dijî qeyûm tê dayîn de piştgiriyê bidin û tev li çalakiyan bibin.