Danişîna teqîna li Pasûrê hat taloqkirin 2024-06-12 11:25:44   AMED - Danişîna doza der barê teqîna li Pasûrê rû dabû û 7 kes miribûn taloqî 3’yê cotmehê hat kirin.    Li gundê Beyrokê ya bi ser navçeya Pasûra Amedê ve di 12’ê îlona 2019’an de teqînek rûdabû û 7 kes di teqînê de miribûn. Danişîna doza der barê teqînê de hatiye vekirin, berdewam dike.  Hevşaredarên Pasûrê yên wê demê Fatma Ay û Fatîh Taş ên bi îdiaya kepçeya şaredariyê di bûyerê de dane bikaranîn ji wezîfeyê hatin girtin, Hevserokê HDP’a Pasûrê yê berê Mehmet Abidîn Karaman, Midûrê Karên Fenê yê Şaredariya Pasûrê Şener Aktaş, Mehmet Emîn Ay ê di teqînê de xizmê wî miribû, encumenê Şaredariya Pasûrê Yucel Çete û endamê PKK’ê Kendal Barût ji dozê tên darizandin. Danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Abidîn Karaman û Yucel Çete yên negirtî tên darizandin û parêzer beşdarî danişînê bûn.    Karaman û Çete di danişînê de axivîn û xwestin bên beraetkirin.    Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û xwestin miwekîlên wan bê beraetkirin.    Kendal Barût jî ji dozê girtî ye û li Girtîgeha Jimara 2’yan a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin. Parêzera wî Gozde Engîn jî da zanîn ku çavê miwekîlê wê di bûyerê de kor bûye û çavê wî din jî bi korbûnê re rû bi rû ye. Engîn diyar kir ku tedawiya miwekîlê wê nayê kirin û got: “Bi vî awayî nikare di hepsê de bimîne de bimîne. Ev binpêkirina mafê jiyanê ye Ez dixwazim miwekîlê min bê berdan.”   Şandeya dadgehê daxwazên parêzeran red kir û danişînê taloqî 3’yê cotmehê kir.