Rojnamevan Silêman Ehmed 232 roj in girtî ye 2024-06-12 09:58:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê Roj Newsê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin, piştî 211 rojan agahî jê hat girtin. Parêzeran di 22’yê gulanê de karibûn hevdîtinê li gel Silêman Ehmed bikin. Silêman Ehmed 232 roj in di Girtîgeha Dihokê de tê girtin. Edîtorê beşa erebî ya Roj Newsê Silêman Ehmed roja 1’ê cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karibûn hevdîtinê li gel wî bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 232 roj in di Girtîgeha Dihokê de tê girtin.   Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek tejî berovajîkirî de got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed "ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê" ye û bi eşkere gefa cezakirinê li Silêman hat xwarin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya ajansê de wek edîtor dixebite.   Herî dawî ji ber zextên sivîl yên rojnameger, sendîka û rêxistinên li ser asta herêmî û navnetewî, roja 22’yê gulanê destûr hat dayîn ku parêzerên wî li Girtîgeha Dihokê hevdîtinê pê re bikin.   'HETA NIHA TU TOMET NEHATINE TESBÎTKIRIN'    Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Beşdar Hesen der barê hevdîtina li gel Silêman de agahî da Roj Newsê û got: “Em bi Silêman Ehmed re li odeyekê rûniştin. Di hevdîtinê de Silêman Ehmed spasiya hemû kesên ku ji bo wî hewl dane kir û silavek taybet ji hemû xebatkarên Ajansa Rojnewsê re şand. Her wiha Silêman Ehmed spasiya hemû rêxistin, sendîka, rojnamevan û welatparêzan kir ku hewl dane wî azad bikin. Em gelek keyfxweşin ku me rewşa tenduristiya wî baş dît, tenê daxwaza wî ew bû ku heta serbest bê berdan zextên heyî berdewam bike.”   Parêzer Beşdar Hesen diyar kir ku niha li gor madeya 1'ê ya yasaya jimare 21'ê ya sala 2003'yan a Parlamentoya Kurdistanê, ku girêdayî "têkdana ewlekariya netewî" ye, zêdetir ji 7 mehane ji aliyê dadweriyê ve tê ragirtin û got: “Lê belê heta niha tu tomet li ser wî nehatine tesbîtkirin. Me parêznameya wî wergirt û piştre serdana dadwerê Dadgeha Lêkolînê ya Asayîşa Dihokê kir û got deriyê me ji we re wek parêzer vekirî ye.”   Beşdar Hesen got: “Emê di demên pêş de ji bo ku doza wî bibin dadgehê xebatên xwe zêdetir bikin û ji xelkê re ragihînin ku çi rojek Silêman Ehmed bê dadgehkirin wê bê berdan. Em geşbînîn ku bi kêfxweşî mizgîniya berdana wî didin. Bi gotina wî, heta niha bi tiştên tê tometbarkirin nehatiye ispatkirin û di dema lêpirsînê de derketiye holê ku bi awayekî fermî çûye rojavayê Kurdistanê û vegeriyaye û xwediyê destûra rûniştinê ye.”   ROJA DANIŞÎNÊ DIYAR BÛ    Herî dawî 3’yê hezîranê 1'emîn Dadgeha Sûc a Dihokê roja danişîn dozê ango dadgehkirina Ehmed 30’yê hezîranê diyar kir.    Parêzer Beşdar Hesen der barê doza muwekîlê xwe Ehmed de axivî û wiha got: “Piştî ku destûra hevdîtina bi Silêman Ehmed re hate dayîn, hate erêkirin ku em parêzertiya wî bikin. Dadgeha Sûc ya Duhokê roja 30’yê hezîranê weke roja yekem a rûniştina dadgehê ya doza Silêman Ehmed diyar kir.”   Der barê madeya ku Silêman Ehmed pê tê darizandin, parêzerê wî Beşdar Hesen wiha got: “Ew madeya ku muwekîlê me Silêman Ehmed pê tê darizandin, madeya yekê ya yasaya hejmar 21'ê ya sala 2003’yê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye ku taybete bi têkdana ewlekariya Herêma Kurdistanê tê tawanbarkirin.”