Bahçelî dîsa gelê kurd hedef girt 2024-06-11 12:55:33   ENQERE - Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî pêvajoya hilbijartinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt û xwest li şaredariyên DEM Partiyê qeyûm were tayînkirin.    Serokê Giştî yê MHP’ê di Civîna Koma Meclisê ya vê hefteyê de dîsa gelê kurd hedef girt. Bahçelî, hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji ber temamnebûna amadehiyan hate taloqkirin hedef girt. Bahçelî îdia kir ku hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo dewleta tirk êrişî herêmê bike “sedem e.” Bahçelî, piştre jî bertek nîşanî îktîdarê da ku çima qeyûman li şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) nake. Bahçelî, xwest ku li 30 şaredariyên din ên DEM Partiyê jî qeyûm were tayînkirin.