Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza beraeta polîsan hate kirin 2024-06-11 12:28:23   TRABZON - Dozger ê di doza Metîn Lokûmcû de mutalaya xwe aşkere kir, xwest ku 13 polîsên bersûc cuda cuda bên beraetkirin.    Serokwezîrê serdemê Tayîp Erdogan di 31’ê gulana 2011’an de li navçeya Hopa ya Artvînê mitîngek li dar xistibû. Metîn Lokûmcû ji ber gaza îsotê ya polîsan di protestoya beriya mitîngê de avêt jiyana xwe ji dest dabû. Danişîna doza têkildarî mitina Lokûmcu li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Trabzonê hate lidarxistin. 13 polîsên ku ji ber sûcê “Bi awayekî biqisûr bûne sedema mirinê” tên darizandin tev li danişînê nebûn.    Di danişînê de ewilî dozger derbarê esasê de mutalaya xwe aşkere kir. Dozger xwest ku hemû polîsên bersûc cuda cuda bên beraetkirin.    Yek ji parêzerên Metîn Lokûmcû yê malbatê Merîç Eyuboglû yê pişt re axivî wiha got: “Ev mutala dikaribû beriya 13 salan jî bihata dayîn. Mutalayeke weke ku darizandina 2911’an tê kirin, weke ku malbata Lokûmcû û hemû hopayî tên darizandin hatiye amadekirin. Ev mutala şikestineke mezin e. Têklidarî agahî û delîlên me pêşkeş kirin hevokek jî derbas nebûye. Her kes dipirse ku edalet heye an na? Ka nîşanî me bidin heye an na.” Parêzeran her wiha ji bo mutala were nirxandin daxwaza demê kirin.    Şandeya dadgehê ya biryara xwe aşkere kir, daxwaza parêzeran a demê qebûl kirin û danişîn taloqî 6’ê îlonê kir.