Ji siyasetmedarên binçavkirî pirsa ‘Kurdistan ku dere’ hate kirin 2024-06-11 12:27:10   AMED - Siyasetmedarên li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. Di îfadeya li emniyetê de pirsên weke “Kurdistan ku dere?” û “Roboskê ku dere?” hatin kirin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê derheqê 7 kesan de lêpirsîn dabû destpêkirin û polîsan di 8’ê hezîranê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Hevşaredarê Erxeniyê yê berê Ahmet Kaya û Ramazan Kartalmiş û cîgirên hevşaredarên berê Gulistan Polat, Esverî Malkoç, Cavîdan Yaman û Fesih Yalçin hatin binçavkirin. Karûbarê binçavkiriyan ê li emniyetê bi dawî bû. Her 6 kes îro sewqî edliyeyê hatin kirin.    Binçavkirî bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “rêvebirina rêxistinê” hatin tawanbarkirin. Her wiha daxuyaniyên di navbera 2009-2019’an de siyasetmedar tev li bûne, dozên wan ên berê û îfadeyên şahidên nepen jê hatin pirsîn.    Her wiha kampanyaya îmzeyan a di “Pêvajoya çareseriyê” de ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, kampanyaya hilbijartinê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), çalakiyên protestoyî yên ji bo Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên protestoyî yên li dijî êrişa DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê, bîranîna Komkujiya Helebçeyê û Komkujiya Roboskê hatin pirsîn.    KURDISTAN, YPG, HELEBÇE, ROBOSKÊ...    Di jêpirsîna li emniyetê de her wiha hat îdiakirin ku siyasetmedar bi “fermana rêxistinê” tev li çalakî û xwepêşandanan bûne. Her wiha ji siyasetmedaran pirsên weke “YPG ji bo we çi îfade dike?”, “Kurdistan ku dere û ji kîjan herêmê re tê gotin?”, “Komkujiya Helebçeyê ji bo we çi wateya wê heye?” û “Roboskê ku dere?” hatin kirin.    Daxuyaniya têkildarî Ramazan Baran û Bakî Akdemîr ên di 8’ê hezîrana 2014’an de li navçeya Licê ya Amedê di dema protestokirina kalekolan de ji hêla leşkeran ve hatin qetilkirin; protestoya têkildarî tecrîda li Îmraliyê; daxuyaniya têkildarî Ferînaz Xosrowanî ya ji bo xwe ji destdirêjiya hêzên rejîma Îranê xelas bike întîhar kiribû; daxuyaniya têkildarî binçavkirinên di sala 2012’an de li Şaredariya Erxeniyê hatin kirin û çalakiyên protestokirina bûyerên tecawizê yên roj bi roj zêde dibûn jî weke sûc hatin nîşandan û hatin pirsîn.    TAWANBARIYA JI BER KOMÎSYONA WEKHEVIYA JIN Û MÊR    Komîsyona Wekheviya Jin-Mêr a di 4’ê hezîrana 2013’an de ji hêla Şaredariya Erxeniyê ve hatibû avakirin jî ji siyasetmedaran hate pirsîn. Bi gotina Abdullah Ocalan a “Divê rêxistina jinan cuda be. Li her welatekî jî ji hêla legal ve yekîneyên jinên azad dibe” bal kişandin ser rêziknameya KCD’ê û hat xwestin ku têkildarî komîsyona li şaredariyê hatibû avakirin agahî bên parvekirin. Hat îdiakirin ku komîsyona behsa xeberê di çarçoveya gotinên Abdullah Ocalan de hatiye avakirin. Pirsa “Ji avakirina meclisa jinan re we çi armanc dikir?” hat kirin.    Her wiha têkildarî Komeleya Selîsê, Komîsyona Tenduristiyê ya di 4’ê tîrmeha 2013’an de hatibû avakirin û pergala hevserokatiyê jî ji siyasetmedaran hatin pirsîn.