Meşvanên demokrasiyê: Heta ku qeyûm biçe em ê têbikoşin 2024-06-11 10:28:10   COLEMÊRG - Meşvanên ji bo demokrasiyê li dijî qeyûm dimeşin diyar kirin ku qeyûm tenê ne pirsgirêka Colemêrgê ye ya hemû Tirkiyeyê ye û banga beşdariya mitînga li Colemêrgê kirin û xwestin heta ku qeyûm biçe her kes têbikoşe.    Li Colemêrgê wê li dijî qeyûm di 13’ê hezîranê de bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partî û rêxistinên civakî yên sivîl, mitînga “Şaredarî yên gel in, em rê nadin desteserkirinê” bê lidarxistin.    Beriya mitîngê li navçeyên Colemêrgê bi du milan ve meş hat destpêkirin. “Meşa Demokrasiyê” ya duh ji navçeya Şemzînanê dest pê kir, di roja duyemîn de li navçeya Geverê ber bi Colemêrgê ve berdewam dike. Meşvan banga beşdariya mitîngê li gel kirin û destnîşan kirin ku heta qeyûm biçe divê her kes li ber qeyûman rabe û têbikoşe.    ‘EM MAFÊN XWE DIXWAZIN’   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Engudar a beşdarî meşê bûye wiha got: “Em qeyûmê danîn ser şaredariya Colemêrgê qebûl nakin. Heta ku qeyûm paşve bê girtin, em ê vê meşa xwe bidomînin. Ez bang li gel dikim; li dijî qeyûm rabin ser pêyan. Em li dijî qeyûm li ser pêya ne, li vir in û em mafên xwe dixwazin.”    'ŞAREDARÎ YÊN ME NE’    Dayika Aştiyê Saadet Dogma jî da zanîn ku divê gelê kurd li dijî qeyûm dengê xwe derxe û got: “Çimkî ev hilbijêr îradeya me ne û şaredarî yên me ne. Divê her kes piştevaniya vê çalakiya me bike. Divê her kesên xwedî wîjdan di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê be û li ber qeyûman biherike qada mitîngê.”    ‘EM QEYÛMAN NAXWAZIN’   Welatiyê bi navê Şevket Şîn jî anî ziman ku ew polîtîkaya qeyûman qebûl nakin û wiha got: “Îradeya me binpê dikin. Em viya qebûl nakin. Heta ku hevşaredarê me vegere şaredariyê em ê têbikoşin. Em ê 13’ê hezîranê di mitîngê de bi yek dengê gazî bikin, em qeyûman naxwazin.”    EREN: QEYÛM ÊRIŞÎ ÇANDA KURDÎ DIKIN    Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî ku beşdarî meşê bûye destnîşan kir ku polîtîkaya qeyûm û tayînkirina qeyûman bi temamî tunehesibandina îradeya gelê kurd e û karê ewil ê qeyûman jî ew e ku êrişî çand, ziman û nirxên gelê kurd dikin. Eren got qeyûm tehamulî nivîsek bi kurdî ya li şaredariyê nakin û nivîsên kurdî yên li ser navendên çandê jî radikin û diguherînin. Eren anî ziman ku polîtîka û tayînkirina qeyûman di heman demê de tê maneya polîtîkaya ku gelê kurd bêbîr û bêçand bihêlin. Eren destnîşan kir ku qeyûm tenê ne meseleya Colemêrgê û xelkê wê ye û got qeyûm meseleya tevahiya Tirkiyeyê ye.    BANGA MITÎNGÊ    Serhat Eren da zanîn ku ew li dijî tayînkirina qeyûmê Colemêrgê û di 8 salên dawî de tişek nemaye ku qeyûman neaniye serê gelê kurd dimeşin Colemêrgê û xwest her kes li dijî êrişa li ser îradeya gelê kurd beşdarî mitînga di 13’ê hezîranê de bibe.    MA / Ceylan Şahînlî