Siyasetmedar Lezgîn Botan: Tecrîd dibe sedema krîzên piralî 2024-06-11 09:09:30   AMED - Siyasetmedar Lezgîn Botan anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibe sedema krîzên piralî û got: "Çarserkirina van pirsgirêkan bi rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û azadiya wî pêkan e."    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, 39 meh in tu agahî nayê girtin. Kampanyaya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" hat destpêkirin, didome. Di 7’ê Hezîranê de 61 rewşenbîrên fransî ji bo dawî li tecrîda Îmraliyê bê û  ji bo biçe Îmraliyê name ji Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê (CPT) re şandin.    Siyasetmedar Lezgîn Botan ku li Ewropayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan di rêxistinkirina çalakiyan de cih digire, têkildarî tecrîda li Îmraliyê û bêdengiya saziyên navneteweyî axivî. Botan destnîşan kir ku krîza li Îmraliyê dibe sedema krîzên piralî û got: "Çarserkirina van pirsgirêkan bi rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û azadiya wî pêkan e."    Botan da zanîn ku berdewamkirina tecrîda li Îmraliyê tê wateya ku Tirkiye erkên xwe yên di peymanên navneteweyî de hatine diyarkirin pêk nayine û got: “Bêdengiya saziyan hevkariya wan nîşan dide. Birêz Ocalan li ber çavên me rastî îşkenceyê tê. Konseya Ewropayê û saziyên wê, çavên xwe ji tecrîd û îşkenceyê re digirin. Li gel vê jî li hemberî Tirkiyeyê tu gav nayên avêtin. Li Rojhilata Navîn bêyî çareseriya pirsgirêka kurd tu pirsgirêk çareser nabin. Şerê li Sûriyeyê dewam dike. Tirkiye her roj Iraqê bombe dike. Îran jî bi pirsgirêkên bi vî rengî re têdikoşe. Çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û misogerkirina azadiya wî pêkan e."   ‘DIVÊ LI HER DERÎ LI DIJÎ TECRÎDÊ BERXWEDAN HEBE'   Botan diyar kir ku ew li dijî tecrîdê li Ewropayê di warê dîplomasî, hiqûqî û civakî de xebatên xwe didomînin û wiha axivî: “Di vî warî de divê saziyên hiqûqê û baroyên Kurdistanê jî bikevin nava tevgerê. Çawa ku tecrîd li hemû qadan belav bûye, li dijî wê jî divê li her derê berxwedan bê kirin. Îro îradeya civakê bi rêya qeyûman tê tecrîdkirin. Mafên Kurdan ên dengdayîn û hilbijartinê tên tecrîdkirin. Divê em bi çalakiyên cur bi cur têkoşîna xwe bidomînin. Tenê bi vî awayî em dikarin encamê bigirin."   Botan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kesayetên navdar ên civakê yên li Fransayê nameyek ji CPT'yê re şandin. Daxwaz kirin ku tecrîd bê rakirin. Divê em vê yekê li welatên din ên cîhanê belav bikin. Em ê xwedî însiyatîf bin da ku kesayetên pêşeng ên civakê li Misir, Erebistana Siûdî, Rûsya, Hindistan, Çîn û welatên din ên cîhanê banga rakirina tecrîdê bikin. Di vî warî de plansaziyên me hene û didomin. Heta em encamekê bi dest nexin wê çalakiyên me li hemû cîhanê bidomin."   MA / Delal Akyuz