Bi sûrên Stenbolê ve pankarta 'bicehime qeyûm' hat daliqandin 2024-06-11 08:10:59   STENBOL - Parlamenterên DEM Partiyê li sûrên Sarçhaneya Stenbolê pankarta "Taksîm Colemêrg ya me ye, ji 1'ê Gulanê re azadî, qeyûm bicehime" daliqandin.    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û parlamenterên DEM Partiyê yên Stenbolê Kezban Konukçu û Çîçek Otlu, ji bo tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê protesto bikin, li navçeya Fatîhê ya Stenbolê bi sûrên li Saraçhaneyê ve pankarta "Taksîm û Colemêrg ya me ye, ji 1'ê Gulanê re azadî, qeyûm bicehime" daliqandin.  Parlamenteran dirûşmeya "Bijî berxwedana Colemêrgê" û "Qeyûm wê biçin, em ê bimînin" berz kirin.