Li pêşiya girtîgehan bang kirin: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin 2024-06-10 16:55:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê li pêşiya girtîgehan hatiye destpêkirin de bang hate kirin ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin.    Çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîda girankirî û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin didomin. Xizmên girtiyan îro li gelek bajaran li pêşiya girtîgehan çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin.    ÊLIH   Gelek xizmên girtiyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Êlihê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Polîsan bi hinceta biryara “qedexeya çalakiyan” a Walîtiya Êlihê xwestin çalakiyê asteng bikin. Lê girseyê guh neda astengiya polîsan û li pêşiya girtîgehê daxuyanî da.    Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu di çalakiyê de wiha got: “Tifaqa AKP-MHP’ê tecrîdê didomîne. Li welatekî edalet lê heye emniyet bi tirs û xofê li pêşberî gel nasekine. Tecrîdê rakin. Tu sûda şer ji bo kesekî nîne.”    Girseyê piştre çalakiya rûniştinê li dar xist. Çalakî bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû.    ÎZMÎR    Xizmên girtiyan û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) jî di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li pêşiya Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê daxuyanî da. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Qeyûm ji Colemêrgê bicehime” berz kir.   Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kurşun di çalakiyê de got ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiyê li dar dixin û ev tişt anî ziman: “Em ji bo cîbicîkirina aştiyê û pergaleke demokratîk li vir in. Ji bo pirsgirêkên vî welatî bi rêya guftûgoyê bên çareserkirin, divê birêz Abdullah Ocalan bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. Tecrîd, rêbazekî îşkenceyê ye û nayê qebûlkirin.”    Kuruş, bal kişand ser tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê û wiha bi dawî kir: “Mudaxilekirina mafê bijartin û hilbijartinê êdî veguherandine rêbazekê. Em tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bi tundî şermezar dikin.”    Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi tililiyan bi dawî bû.    AMED   Çalakiya “Deng bide azadiyê” ya malbatên girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê didomê. Malbatên girtiyan ên Amedê di hefteya 6'an de li ber kampusa Girtîgeha Amedê hatin ba hev. Hevserokên DBP, DEM Partî yên Amedê, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêveberên MED TUHAD-FED, MEBYA-DER û TUAY-DER’ê, Dayikên Aştiyê, şeredariya Peyasê û malbatên girtiyan jî di nav de gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di daxuyaniya de pankarta “Deng bide azadiyê” hate hilgirtin, malbatên girtiyan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û kumên bi nivîsa “Deng bide azadiyê” xistibûn serê xwe. Beşdaran bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” , “Heq, hiqûq, edalet”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaet nakin” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin. Girseya ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin, çalakiya rûniştinê li dar xist.     Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ê Amedê Abbas Şahîn ku di daxuyaniyê de axivî bı lêv kir ku ji bo pirsgireka kurd bi rêya demokrasiyê çareser bibe dive tecrîda li ser rêberê PKK'ê Abdullah Öcalan bê rakirin û wiha got: "Girtiyên siyasî jî ji bo ev tecrîd bê rakirin dest bi çalakiyan kırın. Dewlet qanûnên xwe jî pêk nayne. Ji bo aştî û aramiyê divê pirsgireka kurd be çareserkirin. Ji bo pirgreka kurd be çareser kirin jî divê tecrîd be rakirin. Heta tecrîd be rakirin em ê têkoşîna xwe berdewam dikin. Politikaya qeyyuman niha jî li Colemêrgê berdewam dike. Desthilat politiya şer de ısrar dike. Lê li dijî polîtikayên şer berxwedana gel jî berdewam dike. Tevî hemû tiştî em ê di siyaseta demokratik de bi ısrar bin." Daxuyanî bi dirûşmeyên, "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.