Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin 2024-06-10 16:09:50   ŞIRNEX - Çiyayê Gabar û Çiyayê Cûdî yên li Şirnexê wek “herêma ewlehiya taybet” hatin ragihandin.    Gelek dever ango herêmên li navenda Şirnexê û li navçeyên wê Cizîrê, Basa, Silopiya, Qileban û Elkê wek “herêma ewlehiya taybet” hatin ragihandin. Walîtiyê daxuyand ku dê qedexe heta 23’yê hezîranê bidome.    Hat zanîn ku çiyayê Cûdî û Gabarê jî ketine ber qedexeya ku hatiye ragihandin.