Hevserok Erol îfade da: Wek qanûnî wêneya Erdogan ne ferz e 2024-06-10 15:45:03 BEDLÎS - Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol wêneyê Serokkomarê AKP’î yê di odeya xwe de daxistibû û derbarê wî de bi îdiaya “heqareta li serokkomar” lêpirsîn hatibû destpêkirin. Erol têkildarî mijarê îfade da û anî ziman ku wek qanûnî di odeya meqamê de daliqandina wêneyê Erdogan ne ferz e.  Hevşaredarê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Tetwanê Mumîn Erol wêneyê Serokkomarê AKP’î yê di odeya xwe de daxistibû û derbarê wî de bi îdiaya “heqareta li serokkomar” lêpirsîn hatibû destpêkirin. Erol têkildarî mijarê di Edliyeya Tetwanê îfade da. Hevseroka Tetwanê Belkiza Beştaş Epozdemîr û gelek partiyî li cem herşaredar Erol bûn.    ‘WEK QANÛNÎ FERZ NÎN E’   Erol da zanîn ku di odeya meqamê de daliqandina wêneyê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ferz nîn e, bi bîr xist ku Şaredariyên CHP’î û MHP’î jî wêneyên Erdagan anîne xwarê û wiha got: “Me wêneyên serokê giştî yê partiya xwe jî ne daliqandiye. Dema ku min wêne aniye xwarê tu gotinên biçûkxistinê bi kar neanî. Herwiha di çarçoveya biçûkxistinê de jî tu liv û tevgerên min nebûne.”    Erol diyar kir ku lêpirsîn derveyî hiqûqê ye û ev tişt gotin: “Em jî dê îro têkildarî 13 dosyeyên nelirêtiyê giliyê bikin. Em li bendê ne ku dozgerî bi heman zîrekbûnê tevbigere. Ev lêpirsîna hatiye destpêkirin li gorî mexsedekî diyar tê meşandin û dûrî qanûnê ye. Min ne serokkomar ne jî kesekî din biçûk nexistiye. Ez sûcên dixwazin bavêjin ser min qebûl nakim.     ‘RÊ LI BER QEYÛMAN VEKIRIN E’   Parêzerê Erol Muhamed Acar anî ziman ku tu sûc di holê de nîn in û wiha axivî: “Têkildarî daliqandina wêneyê serokkomar a di odeya meqamê de tu qanûn nîn in. Ev di demên dawî de sepanekî AKP’ê ye. Mijarê dikin amûrekî zextê. Muwekîlê min bi ser vê yekê sûcdarkirin û lêpirsînê vekirin rê li ber qeyûm vekirin e.”    Parêzer Diyar Orak bi bîr xist ku di medyaya aligirê desthilatê de kampanyayekî lînçkirinê hatiye destpêkirin. Orak west biryara neşopandinê were dayîn.    Parêzer Dlan Kanat Aksoy destnîşan kir ku heman dîmenên muwekîlê wê beriya niha jî hatibû parvekirin û ev mijar nebûbû mijara lêpirsînê. Aksoy bilêv kir ku piştî daxuyaniya Wezirê Edaletê derbarê muwekîlê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û wiha got: “Wezîrê Edaletê nikare fermanê bide mekanîzmayên darazê.”    DAXUYANIYA PIŞTÎ ÎFADEYÊ   Piştî kirariyên îfadeyê li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Hevserok Erol destnîşan kir divê daraz girêdayî pîvanên dewleta hiqûqê be û ev tişt gotin: “Yên ku dixwazin reş bikin; dê ev aqil tu carî we nebe li cihekî. Hiqûq ji bo her kesî pêwîst e.”    ÇI BÛBÛ?   Derbarê Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol ê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de bi hinceta wêneyê Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan ji odeya xwe ya meqamî daxistiye lêpirsîn hate destpêkirin. Di lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tetwanê ve hate destpêkirin de îdiaya “Heqaret li Serokkomar”  kiriye Erol hate sûcdarkirin.    Derbarê Hevşaredar Erol ê DEM Partiyî de hem beriya lêpirsînê hem piştî wê ji aliyê rayedarên hikumetê û medyaya alîgir ve kampanyaya linçe hate destpêkirin. Herî dawî Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç ev tişt gotin: “Hem heqareta li Serokkomarê me ye, hem jî helwesteke li dijî xerakirina yekitiya me ye.”   Li ser daxistina wêneyê Erdogan DEM Partî hedef hate girtin lê derbarê şaredarên piştî hilbijartinên 31’ê Adarê wêneyên Erdogan daxistin de tu kirarî nehatin destpêkirin. Piştî hilbijartinan li şaredariyên Kastamonûyê, Ortahîsar û Kûrşûnlû yên CHP’ê û MHP’ê jî bi dest xistin heman rewş qewimî. Lê derbarê şaredaran de tu lêpirsîn nehatin destpêkirin.    ŞAREDARÊN MHP’Î Û CHP’Î JÎ DAXISTIN     Şaredarê Kastamonûya ji MHP’ê derbasî CHP’ê bû Hasan Baltaci piştî hilbijartinê wêneyê Erdogan ê li odeya xwe daxist. Baltaci, ji bo vê rewşê ev tişt got: “Erdogan li aliyekî Serokkomar e lê li aliyê din jî Serokê Giştî yê AKP’ê ye. Em naxwazin wêneyê tu serokên giştî li odeya meqam a şaredar hebe.”   Şaredarê Ortahîsar a Trabzonê ku ji AKP’ê derbasî CHP’ê bû Ahmet Kaya, wêneyê Erdogan ê li odeya xwe ya şaredariyê daxist. Kaya yê ku AKP’iyan ew bi “şaredarvaniya bîrdozî” sûcdar kir ev bersiv da: “Min gotibû ku nahêlim siyaset bikeve wê saziyê. Ji ber vê yekê birêz Recep Tayîp Erdogan nasnameyeke siyasî ye. Serokê Giştî yê AKP’ê ye. Ji ber vê yekê biryardariya min ku ez nahêlim siyaset bikeve hundirê we saziyê didome. Ev bandora wê ye. Wêneyê serokê min ê giştî jî li wir nîne. Ne rast e ku Serokê Giştî yê AKP’ê jî li wir hebe.”   Şaredarê Kûrşûnlû ya Çankiriya ku MHP’ê ji AKP’ê wergirt Şerafettîn Ûslû jî piştî şaredaredarî bi dest xist du rojan wêneyê Erdogan daxist.    Li Çekmekoy a di hilbijartinên herêmî de ji AKP’ê derbasî CHP’ê bû jî ewilî wêneyê Erdogan û şaredarê berê Ahmet Poyraz ê bi avahiya şaredariyê ve daliqandî anîn xwarê.