Li dijî qanûna ‘kuştinê’ derketin: Bela xwe ji heywanan vekin 2024-06-10 14:52:22   STENBOL - Înîsiyatîfa Qanûna ji bo Jiyanê li dijî qanûna rê li ber kuştina kûçikan vedike çalakî li dar xist û got: “Hûn nikarin tu heywanan bi awayekî derqanûnî kom bikin, hefs bikin û bikujin.”    Înîsiyatîfa Qanûna ji bo Jiyanê, li dijî pêşnûmeqanûna ku rê li ber kuştina kûçikan vedike li pêşiya Midûriyeta Çandiniyê ya Bajar a li Maslak a Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniytê de pankarta “Hûn nikarin tu heywanan bi awayekî derqanûnî kom bikin, hefs bikin û bikujin” hate hilgirtin û dirûşmên “AKP bela xwe ji heywanan veke” û “Ez li kolanê me li cem te me” hatin berzkirin.    Ji înîsiyatîfê Ahmet Caner Altay bang li hikûmetê kir ku kûçikên bi meha ye hatine komkirin bên derzîkirin, nezoyîkirin û dîsa deynin cihên wan. Altay, got: “Hûn nikarin tu heywanan bi awayekî derqanûnî kom bikin, hefs bikin û bikujin. Kûçikên li kolanan ji bo siyaseta qirêjî tên bikaranîn. Hûn nikarin mafê wan ê jiyanê bikin amûrê siyaseta xwe. Em ê mafê jiyanê yê hemû zindiyan biparêzin. Hûn rûpoşa dilovaniyê li xwe dikin û xwe weke kesên li dijî kuştina heywanan deridkevin nîşan didin. Lê em baş dizanin ku hûn li pişt deriyên veşarî kûçikan bi îşkenceyê dikujin.”    Evru Elgoç jî got ku nûçeyên têkildarî êriş û hartiya kûçikan de bêbingeh in û bi vê armanc dikin ku qetilkirina kûçikan rewa nîşan bidin.    Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.