Di hilbijartina PE’yê de partiyên rastgir-nijadperest bi ser ketin 2024-06-10 12:34:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Di hilbijartina Parlamentoya Ewropayê de partiyên rasgir-nijadperest rêjeyek bilind bi ser ketin. Fransayê biryar girt ku hilbijartina pêşwext li dar bixe.    Yekitiya Ewropayê (YE) ji 27 welatan pêk tê ango 27 welatên endam hene. Parlamentoya Ewropayê (PE) di navbera 6-9’ê hezîranê de ji bo hilbijartinê çû ser sindoqan. 720 kursî li parlamentoyê hene. Li gorî daneyên ewil ên hilbijartinê balkêş e ku partiyên rastgir-nijadperest zêde deng wergirtine. Ev zêde wergirtina dengan a partiyên rastgir di nav rêveberiya yekitiyê de bû sedema dilnerehetiyê. Encamên hilbijartinê bandorek neyînî li ser Fransayê kir. Hikûmeta Macron li ser van encamên hilbijartinê biryara hilbijartina pêşwext girt.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê; li gorî texmînan, lîsteya ku ji aliyê Jordan Bardella ê ji partiya rastgiriya tund Rassemblemend National (NR) li Fransayê hate pêşkêşkirin, ji sedî 31.5 ê dengan wergirt û bi rêjeyeke bilind bi ser ket.   Li gorî lîsteya ku ji bo kampa serokkomariyê ji aliyê Valerîe Hayer ve hatî pêşkêşkirin (Renaîssance), rastgiriya tund bi sedî 15,2 dengan li pêş e û ji sedî 14’ê dengan jî Raphael Glûcksmann (Partî socîalîste-Place pûblîqûe) li pey wê ye.   Di çepa radîkal de, lîsteya France Insoûmîse ya di bin lîdertiya Manon Aûbry de, ji sedî 8.7’ê dengan wergirt. Lîderê France Insoûmîse Jean-Lûc Melenchon di kampanyaya hilbijartinê de Xeze derxist pêş û li qadê kampanyayeke aktîf meşand.   Lîsteya di bin lîdertiya Françoîs-Xavîer Bellamy (Les Repûblîcaîns) de, ji sedî 7.2’yê dengan wergirt û ket pêşiya rastgir Marîon Marechal (Reconquête!) ku sedî 5.5 deng wergirt. Bi sedî 5.2’yê dengan jî lîsteya Eûrope Ecologîe-Verts (Keskan) a di bin lîdertiya Marîe Toûssaînt de, li pey wan ma ku baraya ji sedî 5 derbas kir.   Lîsteyên mayî PCF (Partiya Komunîst), Allîance rûrale, Partî anîmalîste ji bo ku bikarin nûnerên hilbijartî bişînin Strasboûrgê, negihiştin baraja sedî 5’ê.   Rêjeya tevlîbûnê, li gorî sala 2019’an 2 pûan zêde bû û gihişt sedî 52,5’ê.   LÎSTOKA BI XETER A MACRON: PARLAMENTO HATE FESIHKIRIN   Serokkomar Emmanuel Macron piştî encamên destpêkê, ragihand ku Meclîsa Neteweyî hate fesihkirin û ji bo dema 30’yê hezîran û 7’ê tîrmehê banga hilbijartinê kir.   Serokkomar diyar kir ku encama ku lîsteya wan wergirtî, “Ji bo partiyên ku Ewropa diparêzin, ne encamekî baş e”.