Berteka bihayê dexl û dan: Cotkar nikarin çandiniyê bikin 2024-06-10 12:30:01   AMED - Serokê Odeya Zîraetê ya Amedê bertek nîşanî bihayê dexl û dan da û wiha got: “Di van şert û mercan de cotkar nikarin wek domdarî çandiniyê bikin.”    Serokatiya Odeya Ziraetê ya Amedê têkildarî bihayê dexl û dan li avahiyê odeyê daxuyanî da. Serokê Odeya Zîraetê ya Farqînê Ahmet Cakan, Serokê Lijneya Rêveber a Amed Çûkobîrlîkê Galîp Çakan û Parlamentera Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Adalet Kaya tev li daxuyaniyê bûn.    Serokê Odeya Ziraetê ya Bajarê Nû Suleyman Îskenderoglû bertek nîşanî bihayê hatiya diyarkirin da û wiha axivî: “Wezaret bi awayekî bêdeng şeva 7’ê hezîranê bi ser malpera xwe ji bo sala 2024’an bihayê genimê ji bo meqerneyan wek 10 lîre, genimê ji bo nan wek 9,250 lîre, bihayê ceh wek 7,250 lîre diyar kir. Di salekî de mazot ji sedî 108, gubre ji sedî 45, tov ji sedî 75, heqdestên paletiyê ji sedî 100’an zêdetir biha bû lê belê di bihayê kîloyekî genim de hûn lîreyekî zêde bikin dê cotkar nikare çandiniyê bike.”   5 KÎLO GENIM 1 LÎTRE MAZOT!   Îskenderoglû bi bîr xist ku di salên 1990’î de cotkarek kîloyekî genim difirot û bi wî pereyî dikarî ji xwe re ji 1,25 lître mazot bistanda û da zanîn ku niha 5 kîlo genim distîne incax dikare bi xwe re lîtreyekî mazotê bistîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cotkarên me kîloyekî genim difirot û 4 kîlo gubre distend lê belê niha kîlo û nîv genim difiroşe incax dikare kîloyekî gubreyê bistîne. Piştgiriya didin cotkar selekî şûnda tê razandin û ew jî li hember enflasyona zêde dihele. Divê piştevanî piştî rakirina genim, di nava salê de were dayîn. Divê hemû lêçûn werin bersivandin ji bo domandina cotkariyê polîtîkayên mayînde werin diyarkirin. Di van şert û mercan de domandina cotkariyê ne pêkan e.”     ‘LI ŞÛNA ŞER PIŞTGIRIYÊ BIDIN COTKAR Û KARKER’   Parlamentera Amedê Adalet Kaya destnîşan kir ku ew ê li cem cotkaran bin û wiha got: “Rewşa welat hatiye lê gelek xirab e û berdêla vê yekê cotkar didin. Dest ji polîtîkayên şer berdin. Em bang li desthilatê dikin ku piştgiriyê bidin cotkar û kedkaran.”