Nobedariya li dijî qeyûm di roja 6'emîn de berdewam dike 2024-06-09 21:24:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên nobetê yên li dijî tayînkirina qeyûm ku li ber şaredariyên DEM Partiyê tên lidarxistin, di roja 6'emîn de berdewam kir.  Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê û girtina hevşaredar Mehmet Siddik Akiş berdewam dikin. Çalakiya nobetê ya li ber şaredariyên DEM Partiyê hatiye destpêkirin di roja 6'emîn de li gelek bajaran pêk hat. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl jî beşdarî çalakiya nobetê bûn.     ENQERE   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê li dijî tayînkirina qeyûm daxuyanî dan. Daxuyanî li Cadeya Sakaryayê pêk hat û dirûşma "Bijî berxwedana gelê kurd" berzkirin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiya Enqereyê Nebahat Çalpan daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê destûr nedin ku îradeya gelê kurd tune bê hesibandin.     EDENE   Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm daye destpêkirin di roja çaremîn de berdewam kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Seyfettîn Aydemîr di çalakiyê de axivî.    SÊRT   Li ber Şaredariya Sêrtê jî çalakiya nobetê di roja 6'emîn de berdewam kir. Her wiha li ber şaredariyên Misirc, Hawêl û Weyselqeranî hatin domandin. Di çalakiyan de nerazîbûn nîşanî qeyûm hat dayîn.    ÊLIH    Çalakiya nobetê ya li ber Şaredariya Êlihê jî di roja 6'emîn de berdewam kir. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û bi berzkirina dirûşmeyan nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûm dan.    ŞIRNEX   Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê jî têkildarî meşa di 13'ê hezîranê de ber bi Colemêrgê ve bê kirin jî li ber Şaredariya Silopiya daxuyanî da. Parlamenter Newroz Ûysal û rêveberên DEM Partiyê û DBP'ê û aktîvîstên TJA'yê û hevşaredarên DEM Partiyê yên navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî û banga beşdariya meşa li Colemêrgê kir û xwest gel beşdarî meşê bibe.      Girseyê piştî daxuyaniyê li ber şaredariya Silopiya dest bi çalakiya nobetê kir. Çalakiya nobetê ya li navçeyên Cizîrê û Hezexê jî berdewam dike.    STENBOL   Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê jî li dijî tayînkirina qeyûm li Meydana Şîşxaneyê ya li navçeya Beyoglûyê di roja duyemîn de "Nobeta Edaletê" berdewam kir. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li ser tayînkirina qeyûm axivîn û peyama têkoşîna li dijî qeyûman hat dayîn.    TEKÎRDAG   Rêxistinên girseya demokratîk ên li Tekîrdagê jî li navçeya Çerkezkoyê çalakiya nobetê li dar xistin û tayînkirina qeyûm şermezar kirin.    AYDIN    Rêxistina DEM Partiyê ya Aydinê jî li dijî qeyûm civîna gel li dar xist û Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglû û parlamentera DEM'ê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk û gelek kes li navçeya Dîdimê tev li bûn. Daxuyanî hat dayîn û tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin. Burcugul Çubuk û Halîde Turkoglû axivîn û bal kişandin ser desteserkirina îradeya gelê kurd.      MANÎSA    Rêxistina DEM Partiyê ya Manîsayê jî tayînkirina qeyûm protesto kir.