'13'ê hezîranê li Colemêrgê roja mezinkirina têkoşînê ye' 2024-06-09 14:21:18 COLEMÊRG - Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê ji bo mîtînga 13'ê hezîranê bang kir û got: "Li Colemergê niha dema mezinkirina têkoşînê û paşvekişandina qeyûm e."    Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê ji bo mîtînga ku di 13'ê Hezîranê de pêk bînin daxuyaniyê da çapemeniyê û banga tevlêbûnê kir. Li Colemêrgê gel 7 roj in li ber xwe dide. Têkoşîna gel a li dijî qeyûman berdewam dike. Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê dê di 13'ê hezîranê de mîtînga "Şaredarî yên me ne, em destûrê nadin qespê" li dar bixe. Têkildarî polîtîkayên dewletê yên qeyûman Rêxistina Partiya  Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Colemêrgê li pêş avahiya DEM Partiyê ya bajar daxuyanî da û banga tevlêbûna mîtînga 13'ê Hezîranê kir. Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armut, anî ziman ku dê di 13'ê Hezîranê de li Colemêrgê daxuyaniyê bidin û bang li her kesî kirin ku tev li mîtîngê bibin û wiha got: "Vîna gelê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û Viyan Tekçe nin. Partiya me tevî hemû lîstik û hîleyan hevşaredarî bi dest xistiye. Tayînkirina qeyûman êrîşa li dijî vîna gel û nirxên gel e. Bi tayînkirina qeyûm careke din demokrasî birîn kirine. Dewlet bi polîtîkaya qeyûm li Kurdistanê polîtîka hiqûqa mêtîngerî û dijminantiyê heye. Bi tayînkirina qeyûm êrîşa li dijî şaredariya civakî û pergala hevserokatiyê ye."    Humeyra Armut, destnîşan kir ku dê li dijî van polîtîkayên înkar, îmha û mêtîngeriyê saet di 15.00’ê 13'ê Hezîranê de li tenişta Ulucamî ya Colemêrgê mîtînga mezin pêk bînin û wiha bi dawî kir: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tev li mîtîngê bibin. Em bang li gelê xwe yê Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku berê xwe bidin Colemêrgê û li dijî polîtîkayên înkara vînê û îmhayê tev li têkoşîna bi rûmet bibin."    Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe jî anî ziman ku tayînkirina qeyûm dijminantiya vîna jin û ciwanan e û wiha got: "Em bang li hemû jin û ciwanên xwe dikin ku li dijî polîtîkayên qeyûm bên tev li mîtîngê bibin." Piştî daxuyaniyê girseyê 10 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn. Daxuyanî bi dirûşmeya “Bexwedan jiyan e”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin." bi dawî bû.