Ji Dayikên Aştiyê peyam: Êdî kurdên berxwedêr hene 2024-06-09 09:15:43     MÊRSÎN - Dayikên Aştiyê ku li dijî xespkirina vînê ya li Colemêrgê nobedê digirin gotin: "Kurd, ne kurdên berê ne. Êdî kurdên berxwedêr hene. Ger îro bêdengî çêbibe, sibê wê qeyûm tayinî Stenbol û Enqereyê jî bê kirin. Divê partiyên din jî piştgiriyê bidin vê berxwedanê."    Piştî qeyûm tayinî Colemêrgê hat kirin, bertekên li dijî qeyûm didomin. Bi biryara Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li be rşaredariyan çalakiya nobeda edaletê dest pê kir. Dayikên Aştiyê ku beşdarî çalakiya nobeda li ber Şaredariya Akdenîzê bûn, destnîşan kirin ku divê têkoşîn bê bilindkirin.    Tenzîle Baydarê anî ziman ku heta Şaredariya Colemêrgê neyê parastin dê qeyûm tayinî şaredariyên din jî bên kirin û got: “Li Tirkiyeyê edalet tune, eger hebûya dê daxwazên gelê me bi cih bihata. Em li ser navê dayikên aştiyê neheqiyê, qeyûm û tecrîdê şermezar û lanet dikin. Em li ber Wezareta Dadê jî rastî neheqiyê hatin. Tevî em bi dehan dayikan re çûn jî, bi me re hevdîtin nehat kirin û hewl hat dayîn ku çalakiyên me bên astengkirin. Em dest ji vê dozê bernadin. Ew ketine etra ku tiştek bi qoltixa wan neyê, lê ji ber ku li hemberî vê zilmê bêdeng in, rojekê ew ê jî bikevin wê girtîgehê."   ‘WÊ HEYA KENGÎ BIDOME'   Sakîne Ertaşê bang li hemû kurdan kir ku xwedî li vîna xwe derkevin û got: “Divê dengê me ne tenê Tirkiye, hemû cîhan bibihîse. Ev zilm wê heta kengî bidome? Em dest ji karên xwe berdidin û nobedê digirin, em hemû gelê xwe vedixwînin nobedê. Ji ber ku wijdanê me vê yekê qebûl nake. Em dibêjin êdî bes e. Em tayinkirin qeyûman qebûl nakin. Tu xanî çêdikî, kesek tê te bi zorê ji wê malê derdixe. Ma wê li zora mirov neçe. Çi ji destê me bê em ê bikin, em ê nesekinin."   ‘ÊDÎ KURDÊ BERXWEDÊR HENE'   Halîme Kalkanê jî diyar kir ku gelê kurd ne qeyûm, dengê xwe daye partiya xwe û got: “Divê baş bizanibin ku em ê dengê xwe biparêzin. Em ê li taxan û li kolanan bin. Kurd ne kurdên berê ne. Êdî kurdên berxwedêr hene.Ger îro bêdengî çêbibe, sibê wê qeyûm tayinî Stenbol û Enqereyê jî bê kirin. Divê partiyên din jî piştgiriyê bidin vê berxwedanê."    Şerbet Altikê hemû kesên têkoşer silav kirin û got: "Çi dikin bila bikin, lê wê nikaribin em têk bibin."