Muezîne ku anonsa ‘Deriyên xwe ji DEDAŞ’ê re venekin’ kir hate binçavkirin 2024-06-08 16:46:51   ŞIRNEX - Muezînê li navçeya Hezexê li dijî serdegirtina tîmên DEDAŞ’ê ya bi cendermeyan re ji hoparlora mizgeftê anonsa “Deriyên xwe ji DEDAŞ’ê re venekin” kir hate binçavkirin.    Tîmên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi cendermeyan re bi hinceta bikaranîna “ceyrana qeçax” bi ser gundê Xirabêsosina yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê de girtin. Li dijî serdegirtina tîman ji hoparlora mizgefta gund anonsa “Deriyên xwe ji DEDAŞ’ê re venekin” hate kirin.    Serdozgeriya Komarê ya Hezexê bi îdiaya “Bi armanca ketina tîmên DEDAŞ’ê ya gund asteng bikin û şêniyên gund organîze bikin ji hoparlora mizgeftê anons hatiye kirin” lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de A.Y. yê li gund bi dilxwazî muezîniyê dike hate binçavkirin û birin Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê.