Ji bo girtiyên nexweş Kûday û Îvrendî çalakî 2024-06-08 16:26:06 STENBOL / ENQERE - Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş hate kirin de daxwaza berdana girtiyên nexweşên giran Abdûlkadîr Kûday û Cemîl Îvrendî hate kirin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 637’emîn çalakiya “Rûniştina F” ku her hefte li dar dixin li ber avahiya şaxa xwe pêk anî. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Abdûlkadîr Kûday ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin. Endamê MYK’ê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû û gelek aktîvîstên mafên mirovan piştgirî dan çalakiyê.”   DAKETE 41 KÎLOYAN   Endamê ÎHD’ê Îsmaîl Yucel bi lêv kir ku gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên Kûday hene û da zanîn ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê kîloya wî daketiya 41’an. Yucel, diyar kir ku Kûday ji ber nexweşiyên xwe nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne û qala nexweşiyên wî kir.    ‘NIKARE LI GIRTÎGEHÊ WERE DERMANKIRIN’    Yucel pişt re nameya kekê Kûday ji komeleya wan re şand wiha ragihand: “Li vî welatî ji bo edaletê cotstandartî heye. Birayê min ê 52 salî nexweşê ALS’ê ye. Tedawiya vê nexweşiyê nîne lê tê gotin ku pêşketina wê dikare bê rawestandin. Tedawiya li cem malbat û zarokên wî dê bandoreke erênî li moral û motîvasyona wî bike. Ji aliyê hijyen û xwarinê jî mal bitenduristtir e. Ji ber vê yekê dixwazin birayê min were berdan.”   ENQERE   Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 509'emîn de li ber avahiya Şaxa ÎHD'a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nikare were astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate hilgirtin.    ATK’Ê RAPORA ERÊNÎ NEDA    Hevserokê Şaxê Omer Farûk Yazmaci bal kişand pirsgirêkên tenduristiyê yên Cemîl Îvrendî yê li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin. Yazmaci, da zanîn ku Îvrendî 60 salî ye û ji sala 1994’an ve di girtîgehê de ye û nexweşiya wî ya dil heye. Yazmaci, diyar kir ku Îvrendî ji dilê xwe emeliyat bûye û her tim dermanan dixwe. Yazmaci, destnîşan kir ku tevî vê rewşê Saziya Tiba Edlî (ATK) raporeke ku Îvrendî were berdan nade.   DIVÊ WERE BERDAN    Yazmaci, yê qala pêvajoya dermankirina Îvrendî kir, nexweşiyên wî rêz kirin. Yazmaci, diyar kir ku ji berdana Îvrendî re 5 meh mane ji bo ku bi şertê kontrola edlî were berdan serlêdan hatiye kirin lê hêj encamek nehatiye bidestxistin û diyar kir ku Îvrendî bi tena serê xwe nikare bijî û divê were berdan.