Rojnameger Ayik: Girtîgeh neynika dewletê ne 2024-06-08 13:45:18   ANTALYA - Devrîm Ayik girtiyê nexweş ê giran e û ji sedî 76 berastengdar e. Ayik di nameya ji dayika xwe re şandiye de qala bêhiqûqiyên di girtîgehan de tên jiyîn kir û wiha got: “Girtîgeh neynika dewletê ne.”   Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de 651 girtiyên nexweş ên giran, bi girştî hezar û 564 girtîyên nexweş hene. Devrîk Ayik di sala 2015’an de di kêliya Kovara Gelê Azad belav dikir de bi 13 hevalên xwe re hate binçavkirin û bi biryara Dadgeha Sûlh Cezayê ve hate girtin. Ayik ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê” tê darizandin piştî hate girtin pêşî şandin Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklara Îzmîrê, li gel tenduristiya wî xira bû şandin Girtîgeha Tîpa L ya Antalyayê, piştre sewqî Girtîgeha Tîpa H ya Eskîşehîrê kirin.    Rewşa tenduristiya Ayik ê di Girtîgeha Tîpa L ya Antalyayê de dihat ragirtin xira bû û Ayik di sala 2018’an de hate berdan, di meha çileya 2021’an de carekî din hate girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê. Ayik ji ber nexweşiya xwe ya Crohnê (edabgirtina ur) du caran emeliyat bû û çendekî urê wî jê kirin. Ayik ji ber qezayekî salal 2006’an derbas kiribû, çavekî xwe winda kir û çavê wî yê çepê jî 30 derece miyop e. Ayik ji sedî 76 berastengdar e û di girtîgehê de tê ragirtin.    BI HINCETA ‘CEZAYÊ DISÎPLÎNÊ’ SEWQÊ RED KIRIN   Ayik di nameya ji dayika xwe Hulya Ayik re şandiye de destnîşan kir ku tahliyeya girtiyan bi biryarên keyfî tên astengkirin û wiha got: “Sewqa girtiyên nexweş bi derengî tê kirin. Ji ber nexweşiyekî guhan ez hefteya borî çûm nexweşxaneyê û diviya ez emeliyat bûma. Lê belê nediyar e ku ez ê kengî emeliyat bibim. Ji ber rewşa xwe ya tenduristî min xwest sewqa min a Antalyayê were kirin lê belê bi hinceta cezayê disîplînê ev daxwaza min hate redkirin. Em tim bi cezayên disîplînê re rû bi rû dimînin.”    ‘XWE KERR Û LAL DIKIN’   Ayik bal kişand ser gotinên “asayîbûnê” yên dewletê û axaftina xwe wiha domand: “Divê yên ji bo berjewendiyên xwe ‘pêvajoya nermbûnê didin meşandin divê hinekî bizivirin û li rewşa girtîgehan binêrin. Girtîgeh neynika dewletê ye. Her kes li hemberî hemû cure neheqî û bêhiqûqiyê kerr û lal bûye. Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya girêdayî Walitiya Eskîşehîrê serdana min kir. Bi ser serlêdana Komeleya Civaka Sivîl a Ser Pargala Cezayê Înfazê (CÎÎST) hatine ez bawer dikim. Min rewşê ji wan re vegot lê belê wekî ku ji rayedaran heya îdareya girtîgehê bi mafên girtiyan re pir eleqedar dibin xwe dan nîşandan.    Ayik herî dawî bi ser zextên Çapemeniya Azad sekinî û wiha got: “Binçavkin û girtinên tên kirin dê nikarin pênasa Çapemeniya Azad bişkînin, biçewisînin û ji holê rakin.”