Li 14 girtiyên ku Komkujiya 19'ê Kanûnê protesto kirin cezayê dîsîplînê hat birîn 2024-06-08 09:03:29 STENBOL - Li Girtîgeha Marmarayê bi hincezat protestokirina Komkujiya Girtîgehê ya di 19'ê Kanûnê de, li 22 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn.  Li Girtîgeha Girtî ya Marmarayê, ji ber ku di salvegera Komkujiya Girtîgehê ya 19'ê Kanûnê de komkujiyê protesto kirine li 19 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn.    Di 19'ê Kanûnê de ku hikûmetê wê wekî "Vegera Li Jiyanê" bi nav kiribû, operasyonek kiribû û zêdetirî 30 girtî jiyana xwe ji dest dabûn û 300 girtî jî birîndar bûbûn. Di salvegera komkujiyê de girtiyan komkujiyê protesto kir. Bi hinceta sirûd û dirûşme gotine, li girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn. Di 30'Yê Nîsanê de li 4 girtiyan 2 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê, li 18 girtiyan jî 2 meh cezayê qedexekirina pêwendîdanînê hat birîn.    Li ser vê girtî serî li Serokatiya Lijneya Dîsîplînê dan û îtiraz kirin. Piştî îtirazê Dadgeriya Înfazê ya 2'yan a Sîlîvriyê bi hinceta dîmenên kamerayê tune ne û xistina li derî nehatiye tespîtkirin cezayê 8 girtiyan xera kir. Lê cezayê li 14 girtiyan hatibû birîn jî erê kir.