Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan 2024-06-07 19:27:39   BEDLÎS – Ji 7 ferdên malbata Gezîcî ku dihat xwestin cezayê muebeda giran li wan bê birin, 2 kes jê hatin berdan û der barê 5 kesan de jî biryara domandina girtinê hat dayîn.    Di dema operasyonên leşkerî û qedexeya derketina derve de ku di navbera 2'yê Tîrmeh û 28'ê Mijdara 2023'yan de li bejahiyên Xîzan û Tetwanê çêbûbûn, ji malbata Gezîcî 7 kes hatibûn girtin. Danişîna ewil a dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê hat lidarxistin. Di danişînê de ji kesan der barê 2 kesan de biryara berdanê hat dayîn û der barê 5 kesan de jî biryara domandina girtinê hat dayîn.    Kesên girtî bi îdiayên "endamtiya rêxistinê", "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" û "sêwirandina kuştina bi qesdî" tên darizandin.    Danişna bê wê di 26'ê Tebaxê de bê lidarxistin.