Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev 2024-06-07 16:45:45   AMED - Xizmên Windayan dê sibê li Amedê cara 800’emîn bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” bên ba hev.    Çalakiya xizmên windayan û şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ya bi daxwaza “Winda bên dîtin, faîl werin darizandin” tê lidarxistin ket hefteya 800’emîn. Xizmên windayan çalakiya xwe bênavber dan meşandin û dê di hefteya 800’emîn de careke din bên li pêşiya Birdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolê. Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê û endamê Komîsyona Windayan Omer Saman banga hevrûbûn û bîrê kir û ji bo hefteya 800’emîn a çalakiya xizmên windayan bangawaziya piştevaniyê kir.     ‘DOSYE HATIN VEŞARTIN’   Saman anî ziman ku 800 hefte ji bo berxwedanê demekî dirêj e û da zanîn ku daxwaza hînbûna aqûbeta zarokên xwe û daxwaza gorekî ya xizmên windayan jî hêviya mirovan her tim zindî hişt. Saman destnîşan kir ku xizmên windayan bi ked û berdêlên mezin têkoşîna xwe dane meşandin û wiha got: “Dema me berê xwe da pêvajoya dîrokî ya vê çalakiyê, mirovên ji bo aqûbeta Hasan Ocak bipirsîn di sala 1995’an de hatine cem hev, têkoşîna xwe heya îro domandin. Me dît ku di dema pêvajoya aştiyê de gelek parastvanên mafên mirovan li dijî demboriya dosyeyan hewldanan wan ên vekirina dosyeyan hebûn. Me dît ku hin derdorên darazê guhê xwe dan îfadeyên leşkeran û parastvanên mafên mirovan lê belê çawa ku pêvajoya pevçûnan dest pê kir ev dosye jî hatin veşartin.”    ‘BANGA HEVRÛBÛNÊ’   Saman bal kişan ser dozên rastî demboriyê û wiha got: “Mixabin wekî Qulp, Apê Mûsa gelek doz bi demboriyê re hatin hiştin. Me di vê pêvajoyê de Dayika Berfo jî winda kir. Tevî ku Serokwezîrê demê jê re soza peydakirina lawê wî Cemîl Kirbayir dabû jî Dayika Berfo çavê wê li paş man û ji vê dinyayê koç kir. Piştre di vê têkoşînê de keça wê jî jiyana xwe ji dest da. Me wek ÎHD Dayika Hayriyeyê jî winda kir. Divê piştgiriya bi biryardariya van malbatan re were kirin. Divê heqîqet derkevin holê, ji bo jiyanekî birûmet were avakirin divê aqûbeta windayan were zanîn û ji faîlan hesab were pirsîn.”   ‘EM Ê BÎNIN BÎRÊ’   Saman bi ser hevdîtina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û Meral Akşenera a di salên 1990’î de Wezîrtiya Karê Hundirîn dikir, sekinî û axaftina xwe wiha domand: “Ev yek nîşan dide ku di mijara çaredariya pirsgirêka kurd de em zêde bi pêş neketine, ev rewş nîşan dide ku carekî din xwe dispêrin xetên sor. Em wek Komeleya Mafên Mirovan, wek şopdarên mafan dema bangawaziyên hevrûbûn û bîrê dikin, dizanin ku di dîrokê de rola van însanan heye û em dubare dikin ku di hêla hevrûbûnê de divê ji bo hesabpirsînê hevrûbûn were kirin. Em ê vê yekê bînin bîra aktorên demê û îro.”   BANGAWAZIYA PIŞTEVANIYÊ   Saman ê ew wek Şaxa ÎHD’a Amedê ji bo hefteya 800’emîn bang li parastvanên mafên mirovan, malbatan kiriye ku têkoşînê xurttir bikin ev tişt gotin: “Em bang li hemû derdoran dikin ku ji bo têkoşîna heqîqet derkeve holê, winda werin dîtin, faîl werin darizandin tê domandin, ji bo piştevaniya malbatên windayan nîşan bidin bên vê qadê.”