Navê Hafiz Akdemîr jinûve dan parkê 2024-06-07 15:46:40   AMED - Şardariya Peyasê navê Hafiz Akdemîr ê qeyûm bi hinceta “nûkirinê” jê kiribû, jinûve di têketina parkê de da daliqandin.    Şaredariya Peyasê navê nûçegihanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ê 33 sal berî niha hatibû qetilkirin li parkekî kiribû. Qeyûmê di demê de hatibû tayînkirin navê Akdemîr bi hinceta “nûkirinê” bi ser parkê rakiribû. Şaredariya Peyasê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dest xistiye navê Akdenîz jinûve di têketina parkê de da daliqandin.