Doza êrişa li dijî DEM Partiyê: Bersûcê got ‘serxweş bûm’ hat tehliyekirin 2024-06-07 12:14:51   RIHA - Di doza êrişa li dijî avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bêrecûkê de bersûc Halîl Begît îdia kir ku “serxweş” bû û hate tehliyekirin.    Di 8’ê gulanê de kekê Mehmet Begît ê bi navê Halîl Begît bi çekan êrişî avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bêrecûk a Rihayê kir. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Bêrecûkê hate lidarxistin. Begît, ji girtîgehê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Hevserokê DEM Partiyê yê Bêrecûkê Hasan Yildiz û parêzerên partiyê di danişînê de amade bûn.    Piştî tespîtkirina nasnameyê, Begît parastina xwe kir û îdia kir ku dema êriş pêk anî “serxweş” bû. Parêzerê Begît jî îdia kir ku hêmayên sûc çênebûne û daxwaza beraetê kir.    Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Hasan Yildiz jî anî ziman ku êriş li dijî avahiya partiyeke siyasî ye û ji Begît gilîdar in. Parêzerê DEM Partiyê Huseyîn Polat jî diyar kir ku di îdianameyê de kêmasî hene û wiha got: “Divê li dosyayê were zêdekirin bê ka di roja êrişê de Begît bi kê re hevdîtin kiriye. Yên ku ew sor kirin û alîkarî dane hene. Çeka behsa xeberê nehatiye desteserkirin. Ji ber ku çek nehatiye dîtin û kesên divê weke gumanbar li îfadeyên wan bihata guhdarîkirin lê nehatiye guhdarîkirin di dosyayê de nînin, em dixwazin rewşa girtî bidome.”    HAT TEHLIYEKIRIN   Dozger jî xwest ku rewşa girtî ya bersûc bidome. Şandeya dadgehê bi îdiaya “gumana reşkirina delîlan û reva wî nîne” bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeyê da. Dadgehê danişîna dozê taloqî 18’ê îlonê kir.    ÇI BÛBÛ?   Di 8’ê gulanê saet derdora 03.30’an de li dijî avahiya DEM Partiyê ya Bêrecûkê êrişa çekdarî hate kirin û 14 gule lê ketin. Halît Begît ku birayê wî Mehmet Begît piştî hatî hilbijartin ji DEM Partiyê îstîfa kiribû, di çarçoveya lêpirsînê de hate binçavkirin. Piştî kar û barên li emniyetê sewqî edliyeyê hate kirin. Dozger jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê kir. Dadgeriyê biryara girtinê da û Begît şand Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê.