Piştî 32 salan hatin berdan: Em ê rojên xweş bi hev re ava bikin 2024-06-06 15:01:40   ÎZMÎR - Cemal Yildiz û Eren Tekîn ku li Girtîgeha Şakranê dihatin ragirtin, piştî 32 salan hatin berdan û wiha gotin: “Em ê rojên hîn xweştir bi hev re ava bikin.”    Cemal Yilmaz (58) û Eren Tekîn (56) ku li Girtîgeha Şakran a Îzmîrê dihatin ragirtin, piştî 32 salan hatin berdan. Tehliyeyên Yilmaz û Tekîn 2 caran hatibûn taloqkirin û li pêşiya girtîgehê ji hêla malbatên xwe û endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve b çîçekan hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de Yilmaz û Tekîn kevokên spî firandin û hêviya aştiyê kirin.    'EM Ê ROJÊN XWEŞ AVA BIKIN’   Cemal Yilmaz li pêşiya girtîgehê got ku berxwedana li dijî polîtîkayên zext û tecrîdê yên li girtîgehan mezintir dibe û ev tişt anî ziman: “Hevalên me hêj girtî ne û ev yek me xemgîn dike. Lê belê em rojên xweştir bi hev re ava bikin.”    Eren Tekîn jî bal kişand ser mercên girtîgehê û da zanîn ku rewşa girtîgehan her ku diçe xerabtir dibe. Tekîn, wiha got: “Di dema lêgerînan de alavên me dihatin pûçkirin. Zextekî giran heye. Ji ber berdana xwe keyfxweş nînim ji ber ku me hevalên xwe li pey xwe hiştin.”    ÇI BÛBÛ?    Cemal Yilmaz di sala 1993’yan de li Manîsayê û Eren Tekîn jî li Îzmîrê hatibû binçavkirin. Her du jî li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hatin darizandin û bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbeta giran lê hatibû birîn. Yilmaz û Eren li gelek girtîgehan man û ji ber ku zexta “poşmantiyê” qebûl nekirin, Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê du caran 7 mehan tehliyeya wan taloq kiribû.