Hempîşeyên wî xwestin rojnamevan Karakoç were berdan 2024-06-06 14:30:12   STENBOL - Rojnamevan Serdar Karakoç ê 35 sal in kedê dide kevneşopiya Çapemeniya Azad li Holandayê hate girtin. Hempîşeyên Karakoç ên bertek nîşanî girtina hevalê xwe dan, xwestin ku Karakoç were berdan.     Serdar Karakoç ê 35 sal in kedê dide kevneşopiya Çapemeniya Azad di 23’yê gulanê de li ser daxwaza Almanyayê li mala xwe ya li bajarê Kerkrade yê Holandayê hate binçavkirin. Karakoç pişt re li dadgeha ku birinê hate girtin û şandin Girtîgeha Sîttardê ya li Lîmbûrgê. Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê bertek nîşanî girtina Karakoç dan.    122 rojnamevanên ku di nava wan de kesên di medyaya kurd de bi nav û deng, nivîskar, pêşkeşvanên televizyonê hene ji bo rojnamevan Karakoç ê li ser daxwaza Almanyayê hate girtin bê berdan metneke bangê ya hevpar weşandin.    Di metna ku bi serenavê “Ji rayagiştî û hikumeta Holandayê re” hate weşandin de wiha hate gotin: “Girtina rojnamevan Serdar Karakoç a bi daxwaza Almanyayê skandaleke mezin e. Rojnamevan Karakoç 23 sal in li Holandayê weke sirgunekî polîtîk dijî. Rojnameya Ozgur Gundemê jî di nav de gelek hevalên me yên rojnamevan ku di rojname û televizyonên kurd de dixebitin 35 sal in rastî her cure polîtîkayên zext û çavtirsandinê hatine. Karakoç yek ji rojnamevanên dema di 3’yê kanûna 1994’an de avahiya rojnameya Ozgur Ulkeyê bi fermana serokwezîra tirk a demê Tansû Çîllerê ve hate bombekirin li avahiyê de bû. Karakoç rojnamevanekî ku ji bo mafê kurdan, gelên bindest û civakên baweriyan agahiyan werbigire fedekariyên mezin kiriye. Ji bo vê jî ti caran nayê qebûlkirin ku rayedarên Hollandayî binçav bikin, bigirin û gefan li wan bixwin ku wî radestî Elmanyayê bikin. Em weke rojnamevan, kedkarên çapemeniyê, nivîskar û rewşenbîran dixwazin Serdar Karakoç demildest were berdan û hikumeta Holandayê ji polîtîkayên medyaya kurdan û kurdan krîmînalîze bike dûr bikeve. Em bang li saziyên çapemeniyê û medyayê û yekitiyên rojnamevanan ên li Holandayê dikin ku ji bo azadiya rojnamevan Serdar Karakoç bikevin nava liv û tevgerê. Demokrasî, hiqûq, mafê agahî wergirtinê û azadiya çapemeniyê mafê kurdan e jî.”     Danişîna Karakoç dê di 24’ê tîrmehê saet 13.30’an de li Holandayê bê lidarxistin. Li benda biryarê ne ku Karakoç dê radestî Almanyayê bê kirin an na.